Li bajarên Egeyê dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ deng da 2024-11-25 22:42:05   ÎZMÎR - Li bajarên Egeyê jinan li dijî tundiya dewlet-mêr, qeyûman, qetilkirina jinan, xizanî û polîtîkayên bêcezahiştinê bi yek dengî dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berz kirin û protesto kirin.   Li bajarên Egeyê bi sedhezaran jinî di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azdî’ tundiya mêr şermezar kirin.   Îzmîr   Bi pêşengiya Platforma Jinan a Îzmîrê jin li ber Gara Basmaneyê hatin gel hev û heta navenda Çandî ya  Turkan Saylan meşiyan û dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî berxwedana jinan’ berzkirin.   Li ser navê jinan Emîne Bozdag daxunî bi Kurdî xwend û ya Tirkî jî Dîlek Omaklilar, Pinar Çetînkaya, Eyulul Denîz Argun û Nesîl Dînçer xwend.   Di daxuyaniya ku hat diyarkirin ku AKP-MHP polîtîkayên dijminê jinê dimeşînin û jin jî li hemû qadan li dijî desthilatdariyê xwe rêxistin dikin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilatdarî gumanbaran bi bêcezahiştinê diparêze. Her wiha di daxuyaniyê de wih ahat gotin: “Tevî biryara durxistinê 43 jin hatin qetilkirin. Berpirsê vê desthilatdarî û hevkarên wê ne.    Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku wan bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ hêrsa xwe anîne ziman. Daxuyanî bi dirûşme û govendê bidawî bû.   Manîsa   Bi banga Platforma Jinan a Manîsayê jin li qada Manolya hatin gel hev. Li ser navê jinan sekretera giştî ya Egîtîm Sen a Manîsayê Bengu Kanak daxuyanî xwend. Jinan piştî daxuyaniyê bi fîtikan tundiya mêr protesto kirin.    Aydin   Bi pêşengiya Platforma Jinan aAydinê jin  hatin gel hev û ji Taşkopru heta Qada Kentê meşiyan. Jinan dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ û pankarta ‘em ê yek din kêm nebin vekirin’.  Metna çapemeniyê li ser navê jinan sekretera SES a Aydinê Reyhan Kiliç xwend.    Denîzlî   Bi pêşengiya Jin bi Hevre Xurtin, jin li ber Banka Navendî hatin gel hev û heta Qda Çinar meşiyan û li wir daxuyaniyek dan. Jinan dirûşme berzkirin. Li ser navê jinan Berdevka Jinan a Platforma Şaxa KESK’ê ya Denîzliyê Fîgen Tufan xwend.   Mugla   Bi pêşengiya Platforma Jinan a Menteşe jin ji Parka Akyol heta Qada Sinirsizlik meşiyan. Jinan bê navber dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berz kirin. Li ser navê jinan  Aslil Ercan û Dîlek Bulut daxuyanî xwend.    Li navçeyên bajar jî daxuyanî û meş pêk hatin.