Nûçegihana Ronahî TV Cûdî Elî: Em xwedî li mîrateyeke mezin in 2024-11-27 10:50:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihana şer a Ronahî TV Cûdî Elî der barê xebatên ku di nav şer de dimeşînin de ji Ajansa Welat re axivî û got: “Divê hevalên rojnameger, nûçegihan û kameravan zanibin ku ew jî di nav vî şerê de têkoşîna zîhnî didin. Bi taybet banga min ji jinan ew e ku bikaribin di qada xwe de bi reng, deng û bi taybet jî şoreşa rojavayê Kurdistanê ku bûye şoreşa jinan ragihînin."   Ajansa Welat (AW) ku li bakurê Kurdistanê yekemîn ajansa kurdî ye, bi dirûşma “Deng û rengê welat” îro dest bi weşana xwe kir.  Ajansa Welat, bi beşên jin, çand, aborî, polîtîka, ekolojî, tenduristî, daraz, cîhan û podcast, vîdeo û wêneyan geşedanên li her çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê diqewimin bi xwînerên xwe re ragihîne.    AW, di nûçeya xwe ya îro de bal kişand ser ragihandinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî. Nûçegihan û pêşkêşvanên Ronahî TV ji bo ku êrişên li ser herêmê tên meşandin ragihînin erkek mezin dane pêşiya xwe. Nûçegihana şer a Ronahî TV Cûdî Elî têkildarê ragihandina li Bakur û Rojhilatê Sûrî ji Ajansa Welat re axivî.   Ragihandina xurt   Cûdî Elî di destpêka axaftina xwe de got ku Ronahî TV ji bo karibe rewşa Şoreşa Rojeva ragihîne hat avakirin û wiha got: “Dema ku ev televîzyon hat vekirin, bi armanca ku karibe bibe televîzyona şoreşê hat avakirin. Ronahî TV di dema şoreşê de hewl da deng û rengê civakê bilind bike û bide xuyakirin. Heta niha jî gav bi gav bi şoreşê re ev televîzyon dimeşe. Çi xebatên ku tên kirin û bûyerên ku rû didin bi awayekî xurt tên ji raya giştî re tên ragihandin.”   'Ronahî TV bû arşîvek'   Cûdî Elî bal kişand ser rola ragihandinê ya di Şoreşa Rojava de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em îro lê dinihêrin şoreşa rojavayê Kurdistanê bingehek wê çêbûye û armancên xwe pêk tîne, ew jî em dikarin bibêjin bi saya Ronahî TV ye. Ronahî TV ji şoreşa rojavayê Kurdistanê re bû weke arşîvekî. Dikaribû bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ herwiha bi îdeolojiya Rêber Apo civaka ekolojîk û demokratîk ku lingên şoreşê yên bingehîn were dayîn. Hin armancên wê pêk hatin ji bo hin armanc jî pêk werin hê xebat didomin.”   'Şoreşa jinan ragihînin'   Cûdî Elî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Soza me ew soze ku me daye hevalên me yên şehîd. Gelek hevalên me yên rojnameger ên şehîd hene. Di her qadê de şopên wan hene, ji me re mîrateyeke mezin hiştine. Em hê bêhtir dikarin xwe li pêş bixin û li ser mezin bikin. Ev mîras têrî me yî sedsalan dike. Hêvî û daxwazên min ji hevalên me yên rojnameger ew e ku xwe di vî warî de li pêş bixin. Divê hevalên rojnameger, nûçegihan û kameravan zanibin ku ew jî di nav vî şerê de têkoşîna zîhnî dikin. Ez dixwazim vê zîhniyeta desthilatdar ku timî berovajî bi me dide nîşandan em jî weke kurd xwe bi xwe bidim îspatkirin, çand, ziman, hebûn û nasnameya xwe ku em dikaribin di rêya vê çapemeniya azad de derxînin holê. Bi taybet banga min ji jinan ew e ku bikaribin di qada xwe de bi reng, deng û bi taybet jî şoreşa rojavayê Kurdistanê ku bûye şoreşa jinan ragihînin.”   Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin nûçeyê.