Li Londonê polîsan avêtin ser avahiya Navenda Civaka Kurd û malên welatparêzan 2024-11-27 12:46:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Îngilistan Londonê serdegirtin li Navenda Civaka Kurd (KCC) û malên welatparêzên Kurd hate kirin.   Polîsên Îngiliz serê sibehê avêtin ser Navenda Civaka Kurd a Londonê û malên gelek siyasetmedar û welatparêzên Kurd.   Hate ragihandin ku di operasyonan de ku bi sedan polîs tevlî bûn deriyên malan hatin şikandin.   Li Navenda Civaka Kurd a li Haringeyê lêgerîn dewam dike û ketin û derketina kolana ku KCC lê ye hate girtin.   Li gorî agahiyan, di serdegirtinê de bi îdîaya lêgerînê polîsan malên welatparêzên Kurd serûbin kirin.   Hate ragihandin ku heta niha Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Turkan Bûdak, xebatkarên meclîsê Ercan Akbal, nivîskar û siyasetmedar Alî Poyraz û Nûnerê Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd Agît Karataş hatin binçavkirin.   Her wiha di serdegirtina mala Turkan Bûdak de li gorî agahiyan, birayê wê Hayrî Bûdak ji bo nehêle polîs bi zorê derî bişikîne, hewl da lê belê di wê kêliyê de birîndar bû.   Li gorî agahiyan Alî Poyraz jî bi kelepçekirî hate binçavkirin û kesên li malê jî bûn li erdê hatin dirêjkirin û li helwesteke tund a polîsan rast hatin.   Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd Saît Sûrûç bang kir ku welatparêzên şoreşger û derdorên demokrat li haringeyê li ber Navenda Civaka Kurd li hev kom bibin.