Rojnameger, siyasetmedar û sendîkavan sewqî dozgeriyê kirin 2024-11-29 12:43:10   ENQERE/ ESKÎŞEHÎR - Siyasetmedar, rojnameger û parastvanên mafên mirovan ên di çarçoveya lêpirsînên navenda wan Enqere û Eskîşehîrê de hatine binçavkirin, sewqî dozgeriyê kirin û dest bi girtina îfadeyên wan kirin.    Di çarçoveya lêpirsînên serdozgeriyên komarê yên Enqere û Eskîşehîrê de polîsan di 26’ê mijdarê de li Amed, Stenbol, Mêrdîn, Şirnex û Enqere jî di nav de li 30 bajaran bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de rojnameger, siyasetmedar, parastvanên mafên mirovan jî di nav de bi giştî 231 kes hatin binçavkirin. Karûbarê li emniyet û edliyeyê yê binçavkiriyan didome.    Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Sevtap Akdag, Hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar, ji damezirînerên ÎHD’ê Nîmet Tanrikulu, Serokê Genel-Îşê Remzî Çalişkan, Serokê Şaxa Sendîkaya Genel-Îşê yê Mêrsînê Kemal Goksoy, endamê ÇHD’ê parêzer Şîar Rişvanoglû, Leyla Dogan, Erdal Guzel, Halef Caruş, Faruk Ayhan, Ecevît Odabaşi, Abdurrahman Aydin, Recep Şîmşek û Hamza Kaan li Edliyeya Enqereyê dest bi girtina îfadeyên wan kirin.    Endamên DÎSK'ê ji bo piştevaniyê çûn ber edliyeyê   Endamên DÎSK’ê ji bo piştevaniya hevalên xwe li pêşiya Edliyeya Enqereyê kom bûn. DÎSK’iyan pankarta “Em li dijî bêhiqûqiyan serî natewînin, sendîkavanî sûc nîne” hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Bijî DÎSK, bijî Genel-Îş” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû jî derbasî Edliyeya Enqereyê bû.    Îfadeyên rojnamegeran tên girtin    Rojnameger Mehmet Uçar, Erdogan Alayumat, Bîlal Seçkîn, Sûzan Demîr, Tûgçe Yilmaz, Havîn Derya û Mehmet Yaşar Abatan û Serap Guneş ê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Eskîşehîrê de li bajarên cuda hatin binçavkirin jî sewqî Edliyeya Eskîşehîrê hatin kirin. Îfadeyên rojnamegeran dest pê kirin.