98 rêxistinên sivîl ên Sûriyeyê: Êriş dibin sedema vegera DAIŞ`ê 2024-12-18 11:51:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û 98 rêxistinên mirovî û sivîl ên Sûriyeyê, êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser sivîlan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin. Rêxistinan hişyarî da ku ev êriş metirsiya vegera çeteyên DAIŞ`ê zêde dikin.   Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û 98 sazî û rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyeyê daxuyaniyek dan û bi tundî êriş û sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.   Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku ev êriş dê bibin sedema vegera çeteyên DAIŞ'ê.   Di daxuyaniyê de ev daxwaz arasteyî rêxistin û saziyên navneteweyî hatin kirin:   * Rawestandina hemû kiryarên tundiyê û kuştinê li Sûriyeyê û li herêmên Kurdan.   * Hêzên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê bê şert û merc ji hemû herêmên Sûriyeyê vekişin.   * Diyarkirina rewşa kesên ku ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatine revandin û yekser serbest berdana wan.   * Rawestandina polîtîkayên koçberkirina bi dare zorê û guhertina demografiyê.   * Çareserkirina doza Kurd bi awayekî dadmend û demokratîk di nava destûra Sûriyeyê de.   * Pêşxistina çanda welatîbûn, lihevhatin û aştiya navxweyî ku bibe garantiya yekitiya civaka Sûriyeyê.