Li Sîlopyayê li dijî êrîşan meş 2024-12-18 15:13:22     ŞIRNEX - Di meşa li Silopiyayê ya li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin de banga "Bêdeng nemînin" hat kirin.    Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Silopiya meşek li dar xist. Girseya gel li ber Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê li hev civiya û pankarta "Rojava rûmeta me ye" hilgirtin, tevî astengiya polîsan jî bi dirûşman "Bijî berxwedana Rojava" ber bi avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ve meşiyan.    'Rojava rûmeta me ye'   Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinç bertek nîşanî êrîşan da. Sevkan Kilinç got, "Em li Sûriyeyê çareseriyê dixwazin. Em qebûl nakin careke din çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Rojava bikin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo Rojava bidomînin. Navnîşana aştî û çareseriyê li Îmraliyê ye."   Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan jî got, "Pirsgirêka Kurd bi şer nayê çareserkirin, pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser dibe. Rêya bidestxistina vê jî diyar e; ev rê ji Îmraliyê derbas dibe. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de diyar kir ku ew xwedî hêza teorîk û pratîkî ye ku vê pirsgirêkê li ser bingehê qanûnî çareser bike.”