Kongra Star:Bi êrîşê heqîqet hedef hatiye girtin 2024-12-20 18:27:02   NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê diyar kir ku hedefgirtina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji hêla dewleta Tirk binpêkirina çapemeniya azad û mafên mirovan e.   Koordînasyona Kogra Star a Lubnanê êrişa dewleta Tirk a li dijî rojnamevan û nûçegihana ANHAˋyê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan şermezar kir.   Koordînasyonê der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku  hedefgirtina bênavber a rojnamevanan hedefgirtina dengê heqîqetê û hedefgirtina kesên sûcên wan aşkera dikin.   ‘Divê berpirs bên cezakirin’   Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de got ev karekî tirsonak e, her wiha binpêkirina aşkera ya çapemeniya azad û mafên mirovan e û wiha bang li NYˋyê û cîhanê kir: “Tavilê destwerdanê bikin û tedbîrên guncaw ên parastina rojnamevanan û garatniya aştiya wan di dema pêkanîna xebatên xwe de bigirin. Divê lêpirsîneke navneweteyî ya serbixe der barê vî sûcê hovane de bê kirin û sûcdar werin cezakirin.”