Ji bo malbatên rojnamegeran serdana sersaxiyê 2024-12-20 19:01:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Serdana sersaxiyê ji bo malbatên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilgin ku di êrîşa SIHA’yê ya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, hat kirin.   Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilgin, dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajaroka Sirînê de, di encama êrîşa SIHA’yê ya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Hevpîşeyên Nazim Daştan û Cîhan Bilgin serdana serxweşiyê li malbata Nazim Daştan a ku ji bo tedawiyê li navçeya Mêrdînê Artukluyê bûn û li malbata Cîhan Bilginê ya ku li Midyadê dijî, kirin.   Piştre rêveberên MEBYA-DER, DEM Partî, DBP û TJA’yê serdana her du malbatan kirin. Ber êvarî jî girseya ku li ser sînorê Qamişlo çalakiya nobedê pêk tînin jî serdana malbatan kirin. Di serxweşiyê de ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.     Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin û Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Ozgur Bartin beşdarî serxweşiyan bû.   ‘Wê li Mêrdîn û Giyadînê mala şînê bê danîn’   Ji bo Cîhan Bilginê li Mala Serxweşiyê ya Haci Îsa ya li taxa Cumhiriyetê ya li navçeya Midyadê sersaxî hat danîn. Malbata Nazim Daştan jî ku niha li Mêrdînê ye, piştî serdanên li Mêrdînê sibe wê li mala serxweşiyê ya li Taxa Firatê ya li navçeya Agiriyê Giyadînê wê serxweşiyan qebûl bike.