Hevala Fatma Ûyar: Wê her tim di bîra me de be 2025-01-03 09:05:32   Gulîstan Gulmuş   ŞIRNEX - Hevala Fatma Ûyar a ku di 4'ê Çileya 2016'an de tevî du hevalên xwe yên siyasetmedar hat qetilkirin Elîf Uruç, bal kişand ser dilsoziya Fatma Ûyar a ji bo gelê xwe û fedakariya wê ya di vê dozê de jiyana xwe ji dest daye û got ku ew ê tu carî ji bîr nekin. Elîf Uruç got:"Di ser qetilkirina Fatma re 9 sal derbas bûn. Ji wê rojê û vir ve tu carî ji dilê me derneketiye û şehîd namirin."   Şopên qedexeyên derketina derve yên ku di 14'ê Kanûna 2015'an de hatibûn ragihandin û di 2'yê Adara 2016'an de bi dawî bûbûn hê jî mane. Li Cizîr û Silopiyaya Şirnexê ku bi sedan kes hatin qetilkirin, bi sedan kes neçar man koç bikin, bi sedan malên gel hatin xerakirin, şopa şer hê jî maye. Tevî ku di ser qetlîamên li vir de 9 sal derbas bûne jî li ser her dîwarî, li her kolanê şop hene, mîna ku şer duh bi dawî bibe...   Yek ji mijarên sereke yên ku di encama van qedexeyan de nayê jibîrkirin jî têkoşîna ku sê siyasetmedarên jin ên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiyayê hatin qetilkirin, heta dawiyê nîşan dan û li ber xwe dan. Cenazeyên Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir di 5'ê Çileya 2016'an de ji aliyê malbatan ve hatibûn teşhîskirin.   Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Uyar ên di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiyayê hatin qetilkirin û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, di dilê Gelê Kurd de bûn yek. Mîna ku her sê jin berê carekê hatibûn qetilkirin. Di ser komkujiyê re 9 sal derbas bûn, lê ne malbat û ne jî hevalên her sê siyasetmedarên jin komkujiyê ji bîr nakin û ne jî berxwedana jinan.   Piştî 9 salan me mîkrofona xwe dirêjî hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Navçeya Silopiyayê û hevala Fatma Ûyar, Elîf Uruç ku di navbera salên 2010-2011’an de li heman qawişê mabûn, kir.   'Ji bo gelê xwe jineke gelek fedakar bû, gelek daxwazên wê hebûn'    Elîf Uruç di destpêkê de de wiha got: “Ez ji sala 2006’an heta 2011’an li Girtîgeha Mêrdînê mam. Di sala 2010'an de Fatma Ûyar ji Şirnexê hat Girtîgeha Mêrdînê. Em wê demê bi hev re man, em bi hev re rûniştin û bi hev re rabûn. Hevala me Fatma bi rastî hevalek pir hêja û baş bû. Ji bo gelê xwe jineke pir fedakar bû. Ew qas fedakar bû ku ji bo gelê xwe canê xwe feda kir. Di girtîgehê de gelek daxwazên wê jî hebûn. Ji xwendinê hez dikir û xwe pêşde dibir. Wê ji xwedinê hez dikir. Carinan dema ku em li oda hewayê digeriyan, digot, 'Dema ku ez ji vir derkevim, ez ê hemî perwerdehiya ku min dîtî ji bo perwerdekirina zarokan li kolanan, li malan, di her qadên jiyanê de bi kar bînim.' Dixwest zarokan ji bo pêşeroja wan perwerde bike da ku di pêşerojê de êsîr nemînin. "Di vî warî de heval Fatma pir baş bû, xwe pir baş pêşde biribû, pir zana bû."   'Ew ê ti carî paşde gav neavêje'   Elîf Uruç, anî ziman ku Fatma Ûyar di girtîgehê de bi her temenê cuda re mijûl dibû û diyar kir ku Fatma Ûyar di rêxistinkirina jinan de jî gelekî xurt bû û wiha got: “Li girtîgehê ji 7'an heta 70'ê salî mirov hebûn. Carinan min li Fatmayê dinêrî. Min dît ku Fatma li kêleka dayikan diaxive. Bi dayikan re dibû dayik, bi ciwanan dibû ciwan. Bi ciwanan re lîstik dilîst û bi dayikan re henek dikir. Di vî warî de ji bo avakirina têkiliyan pir baş bû. Bi taybetî ji bo birêxistinkirina dayikan nîzamek pir baş ava kiribû. Carinan cerdevan dihatin, lê qet ji wan paşde gav nediavêt, ber bi wan ve diçû. Em herdu bi hev re di rêveberiyê de bûn. Mînak me lîstikek lîst û me ew lîstik kordîne kir. Her tim di şeva sersalê de moral dida me û hwd. Fatma jineke pir ciwan bû. Ew jî jineke pir bedew bû. Dema ez hatim berdan, ji min re got, "Sozê bide min ku tu ê biçî mala me û bi diya min re xwarinê çêkî û xwarinê bixwî, dema ku tu derketî, ji min re nameyekê binivîsîne. Ez û hevalekî me yê Mêrdînê em çûn mala wê, bi hev re me xwarin xwar, paşê min nameyek jê re şand, min jê re got, 'Min soza xwe girt, dema tu biçî em ê dîsa bi hev re bixebitin', lê mixabin kengê heval Fatma çû, ez li Mêrdînê dixebitîm.'"   'Wê her tim di bîra me de be'   Elîf Uruç, diyar kir ku di ser qetilkirina Fatma Ûyar û hevalên wê re 9 sal derbas bûne û got ku ew ê Fatma Ûyar û kesên di wê demê de jiyana xwe ji dest dane ji bîr nekin û wiha got: “9 sal di ser qetilkirina Fatma re derbas bûn. Ji wê rojê heta niha ji dilê me dernakeve. Wê her dem di bîra me de be. Êş bi rastî bi her salvegera kuştina wê re nû dibe. Heta ku em hebin em ê nehêlin ku ew bên jibîrkirin. Me tu carî serî li ber dewletê netewand, ji niha û pê ve jî em serî natewînin. Saet derdora 10'ê sibehê bû, min li nûçeyan temaşe dikir. Dema min li nûçeyên li ser Silopiyayê dinihêrî, dema navê Sêvê, Pakîze û Fatmayê hat xwendin, min hest pê kir ku guleyek li min ketiye. Mîna şikandina dest û baskê min bû, bandorek mezin li min kir. Ji wê rojê ve ez ne şehîdên wê demê û ne jî sê hevalên me yên jin ên şehîd ji bîr nakim. Şehîd Namir.”