Jinan êrîşên li dijî karwanê gel şermezar kir 2025-01-09 19:01:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekitiya Jinên Êzîdî êrişa dijî karwanê gel a ku berê xwe dida Bendava Tişrînê şermezar kir.   Duh dema ku karwana wesayîtên gel ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijberiya xwe li dijî êrişan berê xwe dida bendavê balafirên Tirkiyeyê ew kirin hedef. Di encama êrişê de 3 sivîl hatin qetilkirin û 15  heb jî birîndar bûn. Ji nav kesên hatin qetilkirin rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Ehmed Şehabî El Hemed jî hebû.   Tebqa   Girêdayî wê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û endamên kombûnê daxuyaniyek da. Endama kombûnê Semîra Hebeş daxuyanî xwend.