Li dijî hişbirê nîqaşa têkoşînê hat kirin 2025-01-31 11:55:01     AMED - Hevseroka Şaredariya Yenişehirê û endamên meclisa şaredariyê li Taxa Şehitlikê li dijî hişbirê bi jinan re hatin gel hevdu.    Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê xebatên xwe yên bi mijara "Civakeke bi hêz û tendurist" didomîne. Hevşaredar Safiye Akdag û xebatkarên meclîsa şaredariyê li Taxa Şehîtlîkê ya Yenîşehîrê ya Amedê bi jinan re hatin cem hev û li ser têkoşîna li dijî maddeyên hişbirê nêrînên xwe anîn ziman.