Biryarên darvekirinê yên li Îranê hat şermezarkirin 2025-02-21 19:45:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Mafên Mirovan li Îranê cezayên ku desthilata Îranê li dijî çalakvanên siyasî yên jin têne birîn, rexnekir û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo betalkirina van cezayên “tund”, bi lez destwerdanê bike.   Rêveberê Navenda Mafên Mirovan a Îranê Hadî Qaimî di daxuyaniyekê de diyar kirk u cezayên ku der heqê Bexşan Ezîzî, Werîşe Moradî û Şerîfe Mihemedî de hatine birîn binpêkirineke mezin a mafên mirovan e.   Rayedarên Îranê di 8ê Çileyê de li çalakvana jin Bexşan Ezîzî, di 10ê Kanûna 2024an de li Werîşe Moradî û di 13ê Sibatê de li Şerîfe Mihemedî cezayê darvekirinê birî.   Qaimî tekez kir ku jiyana van çalakvanan di metirsiyeke mezin de ye, û derengketina destwerdanê dikare bibe sedema encamên trajîk.   Di daxuyaniyê de daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên Netewên Yekgirtî hat kirin ku li hember van biryarên ne dadmend helwestek tund nîşan bidin, her wiha daxwaza tedbîrên lezgîn hate kirin ji bo rizgarkirina jiyana van jinên li ser destê desthilatdarên Îranê zilmê dikişin.