Li Sûrê hevdîtina 8'ê Adarê 2025-02-26 16:14:34     AMED - Midûriyeta Jinan a Şaredariya Sûrê di çarçoveya 8'ê Adarê de li Çarikliyê bi jinan re hat gel hev.   Muduriyeta Jinan a Şaredariya Sûrê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Taxa Çariklî ya Sûrê bi jinan re hat gel hev. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Sultan Yaray, aktîvîstên TJA'yê û gelek jinên li taxê beşdarî hevdîtinê bûn.   Sultan Yaray di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê û got ku divê jin di hemû qadan de pêşeng bin.    Di hevdîtinê de ji jinan re sînevîzyonên tenduristiyê hatin pêşandan, piştre jinan bi hev re govend gerand.