Agirê Newrozê li Curnê Reş geş bû 2025-03-14 13:37:03   RIHA - Di pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Curnê Reş de banga xwedî li derketina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.    Li navçeya Curnê Reş a Rihayê ku di têkoşîna azadiyê ya Gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e, bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî, li Taxa Nû hat lidarxistin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan, Hevşaredarên Curnê Reş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl û gelek welatî tevli bûn.    Welatî, bi cil û bergên kurdewarî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Jinên, tevli pîrozbahiyê bûn demekî dirêj li ber stranên kurdî govend gerandin. Li qadê gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” tê berzkirin.    Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû, Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Mahmut Manas, Hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên navçeyê gel silav kirin. Piştre Parlamenterê Riha yê DEM Partiyê Omer Ocalan axivî û diyar kir ku Curnê Reş navendeke girîng a Tevgera Azadiyê ye.     Omer Ocalan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha dema siyaseta demokratîk e. Ji bo parastina peyama Birêz Ocalan em ê bimeşin. Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de bangek kir. Banga Aştî û Civaka Demokratîk li cîhanê belav bû. Rêber Ocalan deriyê jiyanê ji her kesî re vedike. Xwişk û biratiya hezar salî ji nû ve tê pênasekirin. Em ji bo aştî û azadiyê têdikoşin. Divê hikûmet qîmeta vê baş bizane. Em wek kurd qedrê vê yekê dizanin. Ji niha û pê ve em ê hemû rola xwe di pêvajoya nû de bilîzin. Em ê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê sîstemeke demokratîk ava bikin. Kurd dikarin vê bikin. Enerjiya Kurdan ji bo vê heye. Divê her kes vîna xwe û nasnameya xwe biparêze. Rêyek dirêj li pêşiya me ye, barê me giran e. Divê em vî barî parve bikin. Em ê rêxistina xwe li her derê berfireh bikin. Em ê siyaseta xwe ya demokratîk li her derê berfireh bikin. Îro cejna Gelê Kurd Newroz e. Kurd êdî bi Newrozê xwe pênase dikin. Em ê bi rengên xwe Newrozê pîroz bikin. Newroza Halîl Çavgûn, Salih Kandal, Cuma Tak pîroz be."   Piştî axaftinan bi pêşengiya jinan agirê Newrozê hat pêxistin. Piştî stranên Kasim Taşdogan pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.