Dayika Jîna Emînî:Em Newrozê veguherînin fersendekê 2025-03-15 18:54:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Jina Emînî Mujgan Îftîxarî got: ‘’Em Cejna Newrozê ji bo xwedîlêderketina jiyan û têkoşînê veguherînin fersendekê. Em vê rojê bikin têkoşîna li hemberî cezayên rejîma Îranê ya zordest.’’    Dayika Jîna Emînî ya bi destê rejîma Îranê hate qetilkirin Mujgan Îftîxarî li ser medyaya dijîtal peyama Cejna Newrozê weşand.    Peyama Mujgan Îftîxarî bi vî rengî ye: "Strîna stranan û gerandina govendê, li hemberî kesên ku dixwazin me bê deng bikin û qetil bikin serhildanek e. Strîna stranan û gerandina govendê, rêyeke qîrînê ne. Em Cejna Newrozê ji bo xwedîlêderketina jiyan û têkoşînê veguherînin fersendekê. Em vê rojê bikin têkoşîna li hemberî cezayên rejîma Îranê ya zordest."