Peyama milyonan a ji bo desthilatdariyê: Gavê bavêjin 2025-03-26 09:05:16    Pelşîn Çetînkaya-Rojda Aydin   AMED - Jinên ku tevlî Newroza Amedê ya 2025'an ku di dîrokê de şopek girîng hişt, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kirin ku aştî bi yek aliyê çênabe û bang li desthilatdariyê kirin ku gavên şênber bavêjin.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 21'ê Adarê de bi şîara "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Li Parqa Newrozê ya li navçeya Rezanê Newroza ku hat pîrozkirin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih girt û yek peyam hat dayîn.     Desthilatdar gav navêje   Di 27'ê Sibatê de Abdullah Ocalan ku "Banga Aştî û Civakek Demokratîk" kir Gelê Kurd û hemû gelên dinê ketin pêvajoyek nû. Piştî bangê ku xwedîderketinek mezin çêbû û gelek cihan piştgiriya bangê kir, lê desthilatdariyê hîn gavekê şênber neavêtiye.         Ji bo desthildariyê bang: Gavê bavêjin   Jinên ku tevlî Newroza Amedê bûn, destnîşan kirin ku ew piştgiriya vê bangê dikin û gotin bi vê bangê re li Kurdistanê dê pêvajoyek nû dest pê bike. Jinan, da zanîn ku ev sed sal in ew daxwaza azadî û aştiyê dikin. Jinan da xuyakirin ku Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê gav avêtiye lê belê desthilatdariyê gav neavêtiye û bang kirin ku çareserî ne bi tenê yek alî ye, divê ew jî gavên şênber bavêjin. Jinan, her wiha da zanîn ku baweriya wan bi desthilatdariyê nayê, lê heta dawiyê dê têkoşîna xwe bidomînin.