4 rojnamegerî îfade da 2025-04-10 19:21:05   WAN - 4 rojnamegerên ku tevli daxauyaniya ji bo rojnamegerên  bi SÎHA’yên Tirkiyeyê hatine qetilkirin Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ya li Wanê hat dayîn bûn, bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê’ îfade dan.   Di 19’ê Kanûna 2024’an de rojnaemger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi SÎHA’yên Tirkiyeyê hatin qetilkirin. Der barê mijarê de 20’ê Kanûnê de li Wanê daxuyanî hat dayîn. 4 rojnamegerên ku tevli daxuyaniyê bûn îro îfade dan.   Nûçegîhana me Memîhan Zeydan, nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ruken Polat, Ozlem Yacan û Mazlum Engîndenîz bi îdiaya ‘propanganda rêxistinê kirine’ li TEM’a Wanê îfade dan. Pirsên ‘hûn bi talîmata kê tevli daxuyaniyê bûn, we çima dovîzên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hildan’ haitn pirsîn.