Rojnamevanên Kurd ên li Ewropayê bi rojeva ‘rêxistibûnê’ hatin gel hev 2025-04-19 20:32:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanên Kurd ên li Ewropayê ji bo rêxistineke nû û berfireh li bajarê Aalst ê Belçîkayê li hev civiyan û nîqaşan dikin.   Rojnamevanên Kurd ên li Ewropayê ji bo rêxistineke nû û berfireh ava bikin û rewşa çapemeniya Kurd nîqaş bikin, li bajarê Aalst ê Belçîkayê hatin ba hev.   Gelek xebatkarên çapemeniya Kurd ên Stêrk TV, ANF, Ronahî TV, Kanal 8, Çira TV, Medya Haber TV, Jin TV, Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKG), YRA-Rojava (Yekîtiya Ragihandina Azad), NRT, Aryen TV, Metro Center, sendîkaya RONÛS, DFG, Ireci-Komele TV, Zom TV, KNN, radyoya Dengê Welat, Arşîva Kurd, CAN TV, Medya News, Denge TV, Malpera Ciwanan, ji rojnameya herêmî ya Fransayê La Marseillaise rojnamevanek Kurd û rojnamevanên serbixwe beşdarî civînê bûn.   Civîn li ser vexwendina zêdetirî 70 rojnamevanan pêk hat. Di civînê de li ser pêşketinên siyasî û encamên wê nîqaş hatin kirin û rola medyaya Kurd a di pêvajoya guhertin û veguhertinê de hate nirxandin.   Beşdarvanan tevî bi Kurdî axivîn û li ser rewşa çapemeniya Kurd, zextên tê kirin, rewşa rojnamevaniya li sirgûnê û pêdiviyên çapemeniya Kurd nêrînên xwe anîn ziman.   Rojnamevanê Başûrê Kurdistanê Niyaz Abdullah axaftina vekirinê kir û bal kişand ser zextên li ser azadiya çapemeniyê û rojnamevanan tên meşandin. Niyaz Ebdullah li ser girîngiya parastina azadiya çapemeniyê û ragihandinê ya cihan rawestiya û anî ziman ku ji bo vê pêwîstî bi rêxistin û sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê heye. Niyaz Ebdullah ji zext û êrîşên li ser rojnamevanên Başûrê Kurdistanê jî mînak da.   Piştî axaftinê Niyaz Abdullah, Amed Dîcle, Dilêr Akreyî ji bo dîwanê hatin hilbijartin.   Akademîsyen-rojnamevan Kamal Çomanî bal kişand ser guhertinên li cîhanê pêk tên. Kamal Çomanî diyar kir ku her çar parçeyên Kurdistanê di nava guhertin û veguhertinê de ne û destnîşan kir ku dewleta Tirk dijminatiya herî mezin a li hemberî Kurdan dike. Kamal Çomanî destnîşan kir ku divê çapemeniya Kurd jî li gorî guhertin û veguhertinên li cîhanê û herêmê diqewimin pozîsyonê bigire û xwe biguherîne. Kamal Çomanî anî ziman ku medya hîn jî bi giranî girêdayî partiyên siyasî ye û destnîşan kir ku pêwîst e çapemeniyeke rexnegirtir, demokratîk a ku bersivê bide guhertinan hebe. Kamal Çomanî ev tişt anî ziman: “Pêdiviya me bi nîqaşan heye û divê ji ramanên cuda re vekirî bin.” Çoman bi lêv kir ku pêwîst e xwe ji aliyên xirab û feraseta rojnamevaniya dubare rizgar bike.   Rojnamevan Ronî Eylem jî diyar kir ku di serdemeke ku Rojhilata Navîn di guherînên girîng re derbas dibe de roleke Kurdan a stratejîk heye. Ronî Eylem anî ziman ku rola Kurdan a pêşengtiyê heye û destnîşan kir ku divê çapemeniya Kurd bibe medyaya ku demokrasî, mafên mirovan, azadiya jinê û jîngehê biparêze.   Amed Dîcle anî ziman ku pirsgirêkên di nava siyaseta Kurd de di çapemeniyê de jî derdikevin holê û ji ber vê yekê divê pirsgirêkên di nava partiyên siyasî de jî bên çareserkirin.   Selahattîn Soro piştî nirxandina geşedanên siyasî yên herêmî û cîhanê, anî ziman ku ev şert û merc ji bo Kurdan derfetên nû diafirînê û di heman demê de metirsiyên cidî jî derdixe holê. Selahattîn Soro ev tişt anî ziman: “Roleke stratejîk a çapemeniya Kurd heye. Bi taybet ragihandina rastiyan û kombûna li dora zimanekî hevpar girîng e ."   Hesen Qazî jî anî ziman ku rojnamevanên li sirgûnê ji sala 1996'an û vir ve di nava lêgerîna rêxistinbûnê de ne û valaderketina vê lêgerînê rexne kir. Hesen Qazî destnîşan kir ku divê heman xeletî neyê kirin.   Seroka  MGK'ê Roza Metîna ya ku bi rêya Zoomê beşdarî civînê bû û bal kişand ser pêwîstiya tora rêxistinkirinê ya ji bo rojnamevanên jin. Roza Metîna anî ziman ku divê li hemberî manîpulasyonên çapemeniya alîgir rêxistiniyeke bi bandortir bê avakirin.   Cahît Mervan jî got ku medyaya kevneşopî hêza ji medyaya dîjîtal re hiştiye û destnîşan kir ku pêwîste di vê serdema nû de li ser hêza medyaya dîjîtal nirxandin were kirin.   Cahît Mervan anî ziman ku medyaya dîjîtal di heman demê de yekdestdariyeke nû derxistiye holê û weke amûreke dezenformasyonê tê bikaranîn. Mervan bal kişand ser pirsgirêkên çapemeniya Kurd ên ji ber girêdayîbûna partiyên siyasî derketiye holê. Mervan diyar kir ku divê partiyên siyasî jî rewşa nû ya bi medyaya dijîtal pêş dikeve bibînin û rexneyên tên kirin bibînin.   Hevserokê YRA Rojava Dilyar Cizîrî ku bi rêya Zoomê beşdar bû, diyar kir ku li Rojava derdora 100 saziyên çapemeniyê bi lîsans dixebitin û anî ziman ku li Rojava bi dehan ciwan tevlî çapemeniya cîhanê bûne û got, "Rojava di warê çapemeniyê de ji bo çar parçeyên Kurdistanê bingehek ava kir." Cizîrî rojnamevanên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne bi bîr anî û wiha domand: "Em dikarin bibêjin ku bingehek ji bo yekitiya çapemeniya Kurd hatiye avakirin."   Hevseroka YRA Rojava Evîn Îbrahîm jî bal kişand ser şert û mercên ku şoreşa Rojava ji bo rojnamevanên jin ava kiriye. Evîn Îbrahîm  ev tişt anî ziman: "Berxwedan û têkoşîna jinan a di çapemeniyê de dewam dike.” Evîn Îbrahîm destnîşan kir ku li Rojava rêjeya jinan a di çapemeniyê de ji sedî 70 ye. Evîn Îbrahîm bi bîr xist ku ji bo jin di çapemeniyê de bi hêztir cih bigirin û rojeva xwe diyar bikin divê li tevahiya Kurdistanê nîqaş bên kirin.   Rojnamevan û nivîskar Gunay Aslan jî li ser rol û mîsyona çapemeniyê nirxandin kir. Aslan bal kişand ser girêdana hêz û medyayê.   Civîn ji bo du rojan hatiye plankirin. Di civînê de wê rewşa heyî û pêwîstiyên medyaya Kurd bên nîqaşkirin. Rojnamevanên li Ewropayê dixwazin di vê civînê de modeleke rêxistinî derxin holê.  Lê divê ewilî nîqaş bigihêjin encamekê û pêwîstiyên di vî warî de bên diyarkirin.