Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk' 2025-04-22 12:19:24   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê ji bo banga Abdullah Ocalan bigihîne gelek kesan li Amed, Edene û Mersînê dest bi kampanyayê kir.   Ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27 'ê Sibatê de bigihije gel, hewldan didomin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Amed, Mersîn û Edeneyê dest bi xebatên xwe kir.   Amed    Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê starta kampanyaya "Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gelê xwe re tên cem hev" li ber Abîdeya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu bi daxuyaniyekê ragihand. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn 22 'ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd pîroz kir û piştre der barê kampanyayê de agahî da.   Abbas Şahîn diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd a bi sedsalane didome bê çareserkirin û wiha axivî diyar kir ku  'Banga Aştî û Civaka Demokartîk' ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin girîng e. Şahîn da zanîn ku bangê li cîhanê deng vedaye û gel li vê bangê xwedî derketine.    Abbas Şahîn derbarê naveroka kampanyayê de ev tişt gotin: "Em ê bi 275 hezar malbat û 1 mîlyon 145 hezar kesî re rû bi rû hevdîtinan pêk bînin. Ji bo vê xebatê me li Amedê bi sedan komîsyon ava kirin. Ji îro û pê ve em ê mal bi mal derî bi mal bigerin, pêvajoyê vebêjin û nêrînên gelê xwe yên li ser pêvajoya guherîn û veguherînê bigirin. Ji bo pêşketina civaka demokratîk û ji bo gel di vê pêvajoyê de cih bigire em ê vê kampanyayê bidin destpêkirin."   Edene û Mêrsîn    Li Edene û Mêrsînê jî DEM Partiyê xebata "Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk Serdanên Malan" da destpêkirin. Endamên DEM Partiyê kesên li mal, esnaf û karker ziyaret kirin û agahî dan. Li Ceyhanê endamên DEM Partiyê karkerên li qadan dixebitin ziyaret kirin. Hevserokê Navçeya Ceyhanê yê DEM Partiyê Tahîr Ozdemîr ku silavên Abdullah Ocalan ji xebatkaran re ragihand, nameyên Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji xebatkaran re şand. Tahîr Ozdemîr xebatkaran vexwend pîrozbahiya 1'ê Gulanê ku amadekarî lê tê kirin.   Di nameyê de ev îfade cih girtin: "Birêz Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev bang ew bû ku dawî li êş, xizanî û rondikên bi salan were anîn. Got, 'Aştî pêkan e, çareserî pêkan e'.  Ev gotin ne bangeke ji rêzê ye, lê hêviyek e ku ji bo hemû gelan rê li ber jiyaneke nû vedike. Di vê bangê de siberojeke demokratîk û hêviyek mezin a hemû gelan û baweriyan heye. Ji bo ku em vê hêviyê zêde bikin em mal bi mal diçin û girîngiya aştiyê vedibêjin. Ji ber ku pêwîstiya vî welatî bi aştî, wekhevî, demokrasî û aramiyê heye. Di pevçûnên ku zêdeyî çil sal in dewam dikin de me yên herî hêja winda kirin û ciwan li her bihosta welêt jiyana xwe ji dest dan. Gelek çavkaniyên aboriyê yên ku bi xwêdana gel bi salan berhev kirin, hatin tunekirin.   Divê em dawî li vê êşê bînin. Tirkiyê bikin welatekî aştîxwaz, demokratîk, wekhev û dadmend; divê em bi hev re pêşeroja xwe rizgar bikin. Em ti carî ji bîr nekin ku rêya pêkanîna vê yekê, meşandina têkoşîna ked, aştî, demokrasî û wekheviyê bi hev re ye. Em dixwazin her kes vê bangê bibihîze. Ji ber ku eger gel bixwaze, her tişt diguhere. Eger em li hev bicivin, eger em dest bidin hev, wê aştî were, refaha me wê zêde bibe û ferman wê biguhere. Em dixwazin vê pêşerojeke xweşik bi we re ava bikin. Em ê bi hev re li ser rêya aştî û demokrasiyê bimeşin. Em ê vê bangê li her derê hilgirin. Em ê bi hev re jiyaneke nû ya li ser bingeha aştî û civaka demokratîk ava bikin.   Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari - Tuncer Bakırhan."