Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin 2025-04-22 14:25:48   AMED - Girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtîbû duh serbest hat berdan û îro li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin.    Ozge Ozbek ji ber tumora di mêjiyê wê de  di 24’ê Cotmeha 2020’an de  hatibû emelyatkirin û hema piştî emeliyatê hatibû girtin. Ozge Ozbek ya ji wê rojê de ye nexweşiya wê her her çû giran bû, li girtîgehên li dijî nexweşiyê têdikoşiya. Tevî ku Lijneya Tenduristiya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Darica ya Kocaeliyê di 24’ê Kanûna 2021’ê de rapora ‘nikare girtî bimîne’ da jî ATK’ê berovajî vê biryar da û bi salan bû tahliyekirina wê hat taloqkirin. Du meh berê jî Nexweşxaneya Bajar a Bîlkent tevî nexweşiya giran rapora ‘dikare girtî bimîne’ dabû.    Ozge Ozbek duh serbest hat berdan. Li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Malbata wê, Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Tevgera Jinen Azad (TJA), Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Amedê û yên navçeyê, hevşaredarên navçeyan pêşwaziya wê kir. Bi kulîlk û dirûşma "Jin, jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hat pêşwazîkirin.    Piştî pêşwaziyê Ozge Ozbek axaftinek kurt kir û got: "Ez bi coşeke tal li ber we me. Bi hezaran hevalên min ên mîna min di girtîgehê de ne. Bi hezaran girtiyên siyasî bi neheqî di girtîgehê de ne."