Hevdîtina DEM Partiyê ya bi Wezareta Dadê re 24’ê Nîsanê de ye 2025-04-22 21:02:42   STENBOL- DEM Partî wê 24’ê Nîsanê de bi wezîrê dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike.   Roja hevdîtina ku wê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Wezareta Dadê  pêk bîne diyar bû. Serokwekîlên Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî û Cigirê hevserokatiya giştî û hevberdevkê komîsyona Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan wê 24’ê Nîsanê de bi wezîrê dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bikin.   Hevdîtin wê li wezareta dadê pêk bê û saeta hevdîtinê hîna diyar nebûye.