Ji TJA'yê hevdîtina 1’ê Gulanê 2025-04-24 17:30:49   ŞIRNEX - TJA, di çarçoveya çalakiyên 1’ê Gulanê de li bajarokê Dêrgulê bi jinan re civiya.    Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya çalakiyên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê bi jinan re civiya. Endamên meclisên jinan ên DEM Partî û DBP’ê jî tevli bûn.    Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Berdevka TJA’yê ya Şirnexê Adalet Çîmen Fîdan axivî. Adalet Çîmen Fîdan bal kişand ser wate û girîngiya 1’ê Gulanê û got ku jn li her qadê xwedî li ked û destkeftiyên xwe derdikevin.    Civîn, bi nirxandinên jinan bi dawî bû.