Şandeya DEM Partî û DBP’ê wê tevli Konferansa Neteweyî bibe 2025-04-24 21:06:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partî û DBP’ê ku derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, wê tevli Konferansa Neteweyî bibe û hevdîtinan pêk bînin.   Şandeya ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir, endamê MYK a Partiya Wekhevî û Demoratîk a Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, Parlementera DEM Partî Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.   Şandeya ku di deriyê Pêşxabûr re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, wê hinek hevdîtinan bike û tev li Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bibe.