Ji Meclîsa Ciwanan kampanya ‘Em xwe bi serokatiyê rêxistin dikin’ 2025-04-25 16:04:19   ENQERE - Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê stargeha kampanya ‘em  xwe bi serokatiyê rêxistin dikin’ dan. Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat gotin: “Em bang li hemû ciwanên şoreşger, welatparêz, Kurd û Tirk dikin ku di kampanya me de cih bigirin û bi jiyana sosyalîst  azad bibin.”   Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) starta kampanya ‘em bi serokatiyê xwe rêxistin dikin’ bi daxuyaniyekê da.  Meclîsa Ciwanan di daxuyaniyê de diyar kir ku banga 27’ê Sibatê de hatiye kirin hêvî û kelecan afirandiye û  di 8’ê Adar 21’ê Adarê d bi pêşengiya jin û ciwanan mîlyonan piştgirî daye bang û muxatabiya Abdullah Ocalan.   Di daxuyaniyê de balkişandin ser Meşa Amarayê û hat diyarkirin ku ciwanên Kurd û Tirk ligel hev pêş dikevin û di şoreşa Kurdistana Xweser Tirkiyeya Demorkatîk de bi israrin û ev israr îlan kirine.  Di daxuyaniyê de hat gotin ku Abdullah Ocalan jib o meşa bi heybet a Amarayê peyam şandiye û meş silav kiriye.   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ew xwedî hişmendiya ku divê demildest xwe bigihînin sosyalîzmê û wiha domand: “Em bi hêza xweser, bi alternatîfên xwe jiyanê dihûnin. Ev pêvajoyek avakirinê ye. Ev pêvajo  gelek girînge. Em kampanya xwe îlan dikin. em ji bo xurtkirina xeta jiyana nû ya bi pêşengiya jinan hatiye pêşketiye li virin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku di kampanya me de cih bigirin û xwe azad bikin.”