TJA'yê derbarê gotinên hikûmetê de daxuyanî da 2025-04-25 16:37:01       AMED - TJA'yê li dijî gotinên hikûmetê yên li ser bedena jinan daxuyanî da û got "Polîtîkayên jidayikbûnê ji bin kontrola dewletê bên derxistin"    Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî daxuyaniyên hikûmetê yên li ser bedena jinê û çawaniya welidandinê daxuyaniyeke nivîskî da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "   Mudaxeleya rêbazên zayînê ku di van demên dawî de di rojevê de ye, ne tenê di warê tenduristiyê de sepanek e; Desthilatdariya dewletê ya li ser beden, îrade û jiyana jinan e. Mudaxelekirina tercîhên jidayikbûnê yên jinan, bi taybetî arastekirina wan ber bi zayîna vajînalê ve û bi awayekî sîstematîk bêrûmetkirina sezeryanî; Jin ji mafê biryardana li ser bedena xwe bêpar dihêle û jidayikbûnê dike yekreng û di bin kontrola dewletê de. Ev zilm ne encama biryareke takekesî ye, encama mekanîzmayên desthilatdariyê yên sazûmankirî ye.   Ev polîtîkayên li ser bedena jinê tên meşandin; Bi têgihiştineke ku jinan mecbûrî welidînê dike, ji bo welidandinê xelatê dide wan û ji ber nelirêtiyê wan ceza dike, pêk tê. Jinên ku xwedî hêza hilberîna jiyanê ne, dixwazin vê hêzê tenê bi zayînê re sînordar bikin. Armanca van polîtîkayan ew e ku jinan ji pozîsyona biryardayînê der barê jiyana xwe û xwe de derxîne û bike hilberînerên nerasterast ên sîstemeke ferzkirî. Polîtîkayên ku dewletê di bin navê ‘parastina gel’ê de pêş dixîne, weke amûreke stratejîk a ku armanc dike ku li hin herêman demografîk biguherîne û jinan ji jiyana civakî dûr bixe, tê bikaranîn. Di vê wateyê de bedena jinê ne tenê ji polîtîkaya nifûsê, di heman demê de dibe objeya polîtîkaya demografîk jî.   Ev destwerdana laşê me, tercîhên me û herikîna jiyana me ne tenê li Tirkiyeyê ye. Polîtîkayên muhafazakar ên der barê bedena jinan de li cîhanê bi hêz dibin. Bi qedexeyên kurtajê, sînordarkirina gihandina kontrolkirina zayînê, pêkanînên şopandina zayînê û pêkanînên tenduristiyê yên li dijî sezaran, jin vediguherin projeya biyopolîtîk a netew-dewletan. Li hemberî van êrîşan dem hatiye ku li derveyî sînor berxwedanek bê mezinkirin.    Bi xeta xwe ya têkoşînê ya li ser bingeha azadiya jinê em bedena xwe ji kontrolkirina desthilatdariya dewletan û pergala serdest re nahêlin. Polîtîkayên jidayikbûnê ji bin kontrola derman û dewletê bên derxistin; Divê li ser bingeha zanîn, ezmûn û pêdiviyên jinan ên kolektîf ji nû ve bê avakirin."