Hurgûliyên ‘Belgeya Helwesta Hevpar’ hat ragihandin 2025-04-27 12:20:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Di Belgeya Helwesta Hevpar ku di 'Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê' hatî erêkirin de, mijarên wek yekîtiya kurdan, bi awayek fermî naskirina zimanê Kurdî di destûra bingehîn de û pêkanîna wekheviya jin-mêr derket pêş.   Konfransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bi beşdariya hêzên siyasî yên Kurd û partiyan di 26’ê Nîsanê li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate li darxistin. Konfarans bi Belgeya Helwesta Hevpar ku hatî erê erêkirin bi dawî bû.   Li qada neteweyî ya Sûriyeyê xala destpêkê bi vî rengî ye: "Sûriye dewleteke ji gelek netew e, gelek çand, gelek ol û gelek baweriyan e ku mafên Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, Çerkes û Tirkmen, Elewî, Durzî, Êzidî û Xiristiyan jî di nav de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê di destûra bingehîn de misoger dike û bi pîvanên di ser destûra bingehîn re misoger dike."   Li qada neteweyî ya Kurdan jî xala destpêkê bi vî rengî ye: "Herêmên Kurdan di bin sîwana Sûriyeyeke federal de bibe yekîneyeke îdarî û siyasî ya hevgirtî."   Ji bo Kurdan tê xwestin, "Mafê bikaranîna mafên siyasî, çandî û îdarî bi rengekî azad û wekhev di nav de hemû mafên neteweyî li gorî peymanên navneteweyî bi destûra bingehîn bêne misogerkirin."   Di belgeyê de ev made cih digrin:   “Di qada navnetewî ya Sûriyeyê de;   * Sûriye dewleteke ji gelek netewe, gelek çand, gelek ol û gelek baweriyan e ku mafên Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, Çerkes û Tirkmen, Elewî, Durzî, Êzidî û Xiristiyan jî di nav de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê di destûra bingehîn de misoger dike û bi pîvanên di ser destûra bingehîn re misoger dike.   * Divê dewlet li gorî peymanên navneteweyî, mafên mirovan û pîvana welatîbûna wekhev tevbigere.   * Pergala Rêvebirinê (Hikumraniyê) li Sûriyeyê sîstemeke parlemanî ya bi du odeyan e, bingeha wê pirrengiya siyasî, veguhestina desthilatê bi awayekî aştiyane û cudakirina desthilatan e. Di çarçoveya sîstemeke nenavendî de xwe dispêre Meclisên herêman.   * Sûriyeyê nenavendî ye, desthilat û dewlemendî di navbera navend û derdoran de bi awayekî dadmend têne dabeşkirin.   * Navê dewletê, ala wê û sirûda wê ya niştimanî divê cihêrengiya neteweyî û çandî ya civaka Sûriyeyê nîşan bide.   * Dewletê li hemberî ol û baweriyan bêalî ye, mafê pêkanîna ayînên olî parastî be û ola Êzdî wek ola fermî li dewletê were naskirin.   * Xwe bispêser nasnameyeke niştimanî ya hevbeş ku taybetiyên pêkhateyên cuda li ber çavan bigire.   * Misogerkirina wekheviya jinan û mêran li Sûriyeyê û pêkanîna nûnertiya wan di hemû saziyan de.   * Parastina mafên zarokan li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Lêborîna Navdewletî, lênêrîn û alîkarîkirina wan li gorî xwezaya herêm û karîna wan. Divê pêdiviyên wan ên taybet ên li gorî xweza û temenê wan li ber çavan bêne girtin.   * Dabeşkirinên gerînedeyî (Îdarî) yên heyî ji nû ve li ber çavan were girtin, li gorî hijmara nifûsê (hijmara mirovan) û rûbera erdnîgarî.   * Şûnwar û bermahiyên dîrokê yên Sûriyeyê yên ku hatine talankirin û li hundir û derveyî welat hatine belavkirin, vegerînin cihên wan ên resen.   * Betalkirin û rawestandina encamên guhertina demografî li herêmên kurdî û hemû herêmên Sûriyeyê, koçberên bi darzê zorê yên Serêkaniyê/Ras El Eyin, Girê Spiî/Til Ebyed û Efrîn bi ewle vegerin malên xwe.   * Komeleke Damezrîner were avakirin di bin sîwana navdewletî de, ku nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê de beşdar bin, ji bo sazkirina rêgezên demokratîk û avakirina hikûmeteke ku nûneratiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike û hemû desthilatên cîbicîkar di destê wê de hebin.   * Mafê hemû pêkhateyan yê derbirînê, perwerdeya bi zimanê dayikê û pêkanîna çandê eye. 15. Roja 8’ê Adarê weke Roja Jinan.   Di qada netewî ya Kurd de;   “* Herêmên Kurdan di bin sîwana Sûriyeyeke federal de weke yekîneyeke îdarî û siyasî ya yekbûyî bibe yek.   * Hebûna neteweyî ya gelê Kurd a li Sûriyeyê weke gelekî xwecihî bê naskirin. Mafê bikaranîna mafên siyasî, çandî û îdarî bi rengekî azad û wekhev di nav de hemû mafên neteweyî li gorî peymanên navneteweyî bi destûra bingehîn bêne misogerkirin.   * Fedakariya şehîdên şoreşa Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), hêzên ewlekariyê, girtiyên li zindanan jiyana xwe ji dest dan û yên ku di berxwedana li dijî komkujiyên DAÎŞ'ê de şehîd bûn bi rêzdarî bêne pêşwazîkirin, piştgirî ji malbatên wan re bê dayin û bi sererastkirinên qanûnî re mafên wan bêne misogerkirin.   * Ciwan di nava civakê de weke hêzeke bingehîn bê dîtin û li nava hemû saziyên dewletê bi rengekî wekhev bêne temsîlkirin.   * Kurdî li gel Erebî di destûra bingehîn de weke zimanê fermî bê naskirin, perwerde û hîndekariya Kurdî bê pêkanîn.   * Têkildarî zimanê Kurdî, mîrateya dîrokî û çanda wê navend û beşên pêwendîdar bêne avakirin, navendên medyayê yên weke qenalên televîzyonê û radyo yên bi weşana Kurdî bêne avakirin, pirtûk, kovar bêne weşandin, navendên kar û lêkolînê bêne vekirin.   * Kurd tevlî saziyên qanûndanîn, dadgerî, rêveberî û ewlekariyê yên dewletê bêne kirin.   * 21'ê Adarê weke Newroz li welêt weke betlaneya fermî bê qebûlkirin û 12'ê Adarê jî weke Roja Bîranînê ya Serhildana Qamişloyê bê qebûlkirin.   * Projeya Kembera Ereb a li dijî Kurdan û operasyonên Erebkirinê yên li herêmên Kurdan jî di nav de hemû polîtîka, tedbîr û qanûnên îstîsnayî bêne betalkirin, tazmînat ji mexdûrên van polîtîkayên cihêkar re bê dayin. Divê li rewşa beriya van polîtîkayê bê vegerandin, peymanên eşkere û veşartî yên bandorê li serweriya Sûriyeyê û hebûna Kurdan dikin bêne betalkirin.   * Ji bo welatiyên Kurd ên sala 1962'an di jimartina nifûsê ya îstîsnaî de ji welatîbûnê hatin derxistin û navê wan nehate qeydkirin, welatîbûna Sûriyeyê li wan bê vegerandin.   * Ji ber xemsariya bi zanebûn a têkildarî pêşvebirina herêmên Kurd, rêjeyek ji hatineya dewlemendiyan ji bo pêşvebirin û jinûve avakirina herêmên Kurdan bê veqetandin.”