Di mehekê de 12 jin li Rojhilat hatin qetilkirin 2025-05-02 13:23:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Kurdistanê di nava mehekê de herî kêm 12 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.    Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di meha Nîsanê de li rojhilatê Kurdistanê 12 jinên zewicî ji hêla hevjînên xwe ve hatine qetilkirin û 12 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.