Helbesta ku Abdullah Ocalan ji bo zarokan nivîsandibû cara yekem hat xwendin 2025-05-10 13:57:55   STENBOL - Ji aliyê TJA û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ve ji bo Roja Dayikan bernameyek hat organîzekirin. Di bernameyê de helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Ji hemû zarokan re” ji bo zarokan hatî nivîsandin hat xwendin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Bagcilara Stenbolê bernameyek li dar xistin. Tevî jinên TJA'yê, endamên Dayikên Aştiyê, ANYAKAY-DER û gelek jin tev li çalakiyê bûn û pankarta bi nivîsa "Ji bo dayikan diyariya herî baş aştî ye" hat daliqandin.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser nameyên ku ji hêla zorakan ve hatî şandin bi navê “Ji Hemû Zarokan re” helbestek nivîsî. Ev helbest di bernameya Roja Dayikan de ji rayagiştî re hat parvekirin. Abdullah Ocalan helbesta xwe diyarî zarokan kir.    Helbest di bin dirûşma "Bijî Serok Apo" hat guhdarkirin.   “Bo hemû zarokan Siharekê me hev dû nas kir Dema vedibû qilfa asin, deriyê sar Wek her roj rawest gardiyan Di destê wî de gurzek rojname Min jê pirsî; Îro name hatine? ‘195 name hene’ got.  Bi dengek nizm 195 name.  Di nava her nameyekî de 195 zarok  Hemû îro li min mêvan in Di nava vê çar mertekareya biçûk de Hûn bi xêr û xweşî hatin zarokno; We kulîlk anîn hicra min Hevalên min yên dil mezin We ew dinya mezin anî çavika min a tarî Bi hilma biharê hûn hatin. We berê hemû rengan berjêr berjêr da deryaya Yek bi yek wan hembêz dikim Piştre dema min rojname tevdan  Çavê min li qunckekê ket  Zarokên Rihayê Wêneyên rêzkirî Bingehek reş û spî Zarok tim ji spîyê Boy boy durmuşlar objektife Bi bejn bejn rawestîn e objektîfê Bi her awirek de gotinek, wek çalakiyekê Awirên herî biçûk de jî; dinyayek Qefilîn awirên min Bê navber nîv saet Ez çûm e zarokan, cihê ew 195 zarokên ku lê hatin î Bi wan zarokan re çûm e Zarokên hemû dinyayê Ew awir romanên bênav Li ser destên biçûk geriyam îro Destê xwe min da zarokan Min birin; azadiyê û ezmanan Azadî bi wan dest pê dike, bi wan xelas dibe Îro min hembêz kir bêhna behr, axê Jixwe ez tim zarok bûm Li dinyaya zarokan de veşarî Dalmışken küçük küçük dostlarımla sohbete Dembihêrka hizra hevalên min yên biçûk biçûk de Ciniqîm ji dengê qilfê Yek saet e hewadarkirin Dema digeriyam gav bi gav Quling diherikîn li ezmanan Min destê xwe lê rakir Bi dengek ji dil “min got silav” Silavan lê bikin qulingên ref bi ref, silavan li wan 195 zarokan. Bêjin wan; Bila delaliyan hîn bin, zanistiyê hîn bin Bêjin dayikan, bavan Bila wan nehêlin birçî Bêjnê qulingno, bêjnê Zarokên biçûk yên Rihayî bila bizanin min zarok maç kirin Silavan li hemû zarokan bikin Rêber wê ji bo wan bijî Bêjnê pir pir ji wan hez dikim Çavên hemûyan maç dikim Rêbertî.”