Kovara Jinê derket 2025-05-25 09:22:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jinê bi berga "Bedel, Bîr, Berxwedan: Avakirina Aştiyê" hate weşandin.   Kovara Jinê bi berga "Bedel, Bîr, Berxwedan: Avakirina Aştiyê" hate weşandin. Di hejmara 117'emîn a kovarê de jinan bal birin ser aştiyê û tiştên kurd pê rû bi rû mane.    Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:   *Ji axê ber bi hafizayê, ji ber girtinê ber bi dayikbûnê ve: Li Kurdistanê israra jinan a aştiyê / Ayşegul Ayaz   *Veguhestina travmayan a di navbera nifşan de û girîngiya rûbirûbûna di avakirina aştiyeke mayinde de / Esra Kahraman   *Em dîsa jî dibêjin aştî / Gotubêja bi dayika aştiyê Rewşen Doner re-Şukran Demir   *Israra ji bo mirovatiyê: Veguhertina Sosyalîzmê û berxwedana li dijî modernîteya kapîtalîst  / Ezgi Sila Demir   *Ya normal çi ye ?  / Cansu Kaplan