Civîna 'Aştî û Civaka Demokratîk': Divê hikûmet gavê bavêje 2025-05-25 16:38:55     ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a Îzmîrê ya DEM Partiyê bi şîara "Aştî û Civaka Demokratîk" pîknîkek li dar xist. Jinan di pîknîkê de pêvajo nirxandin û destnîşan kirin ku divê hikûmet gavê bavêje.   Meclîsa Jinan a Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Qada Pîknîkê ya Sarniçê bi dirûşmeya "Aştî û Civaka Demokratîk" pîknîkek li dar xist. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk û gelek jin beşdarî pîknîkê bûn. Piştî pîknîkê forumek hate lidarxistin.   Jinan li vir gotin divê di pêvajoya nû de îktidar gavê biavêje.    Pîknîk bi govendê ya jinan û dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.