Li Helebê jinek hat kuştin 2025-05-27 10:02:39   HELEB - Li bajarê Helebê tecawizî jinekê hat kirin û piştre ew jin hat kuştin.    Piştî serweriya HTŞ'ê ya li ser hin deverên Sûriyeyê kuştin û revandina jinan her dewam dikin. Di heman demê de tecawizî jinan tê kirin û piştre tên kuştin. Vê sibehê jî li taxa Hemdaniyê ya bajarê Helebê cenazeyê jinekê bê cil û berg li ser riya Hemdaniyê hat dîtin. Hat zanîn ku tecawizî wê jinê hatiye kirin û piştre hatiye kuştin.