Sê girtiyên nû sewqê Îmraliyê hatin kirin 2025-06-08 14:46:17     BURSA-Piştî salan şûnde bi girtiyên nû yên sewqê Îmraliyê hatin kirin re, ji bilî Abdullah Ocalan 6 girtiyên din li Îmraliyê tên girtin.     Li gorî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, nêzî du meh berê girtiyên bi navê Ergîn Atabey, Mahmut Yamalak û Zekî Bayhan sewqê Girtîgeha Îmraliyê hatine kirin.   Bi sewqên dawî re ligel Abdullah Ocalan hejmara girtiyên li Îmraliyê derketin 7’an.