‘Hîna gavên şênber nehatine avêtin’ 2025-06-13 09:04:37   AMED - Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya hat destpêkirin de hîna desthilatdariyê gavek navêtiye. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Emîne Ozer got: “PKK’ê bi berdana çekan bersiv da. Niha dora desthilatdariyê ye. Divê demildest gav bên avêtin.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokrtîk’ kir û pêvajoyek nû destpê kir. PKK’ê di 1’ê Adarê de agirbest îlan kir û piştre jî 5-7’ê Gulanê de 12’emîn kongreya xwe pêk anî û biryara feshkirinê 12’ê Gulanê de parve kir. Niha bal li gavên ku deshtilatdarî bavêje ye.   Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Emîne Ozer der barê pêvajoyê de axivî.   ‘Hîna gavên şênber nehatine avêtin’   Emîne Ozer da zanîn ku tevî ku meh derbas bûne muzakere yek alî dimeşe û got: “Bi mehan berê bi banga Devlet Bahçelî re pêvajo hat destpêkirin. Bi me hemûyan re hêvî afirî. Li ser banga Abdullah Ocalan PKK’ê kongreya xwe pêk anî û çek danî. Lê ev bersivek bû. Lê hîna dewletê gavek navêtiye. Ji ber pêvajoyên berê bêbaweriyek jî heye. Girtiyên nexweş hene lê hîna tu tiştek nehatiye kirin. Zemînek qanûnî tuneye. Ji ber hemû girêdayên rayeya serokomar in.”   ‘Ji bo girtiyên nexweş tu hincet tuneye’   Emîne Ozer bi lêv kir ku hîna gavek şênber nehatiye avêtin û wiha domand: “Der barê qeyûmên hatine tayînkirin de hîna tiştek tuneye. Îradeya gel hîna tê xespkirin. Tevî biryarên tahliyeyê ya DMME’ê hîna siyasetmedarên Kurd Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag girtîne. Bang bikin. Divê riyeke destûra bingehîn û qanûnî, qanûna efûyê bê şopandin. Lê hîna tevgerek tuneye. Girtiyên nexweş nikare bibe hinceta tu tiştekî.”   ‘Ji bo aştiyê ne dereng e’   Emîne Ozer destnîşan kir ku wek komeleya mafê mirovan ji bo pêvajo bimeşe çi ji destê wan tê dikin û wiha anî ziman: “Divê em berprisyariya xwe bi hev re bînin cih. Wekî din çareya me nîne. Divê em pêvajoyê bi hevkarî çareser bikin. Ji bo aştiyê tu car dereng nîne. Wê rojekê çareser bibe. Dema me ya em winda bikin tuneye. Wek jinekê ez êşa dayikan baş fêm dikim. Dixwazin ev pêvajo bi aştiyê tacîdar be.”