'Di demek nêz de ji bo çûyîna Îmraliyê em ê serlêdanê bikin' 2025-06-16 09:05:15   Melek Avci   ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku di nîqaşên komîsyona der barê pêvajoyê de tê payîn ku vê hefteyê di alî destilatdariyê pêşketinek hebe û got: “Wek DEM Partî ji bo çûyîna Îmraliyê em ê serlêdanê bikin.”   Muzakereyên der barê pêvajoya ‘avakirina aştî û civaka demokratîk’ de didomin û avakirina komîsyoneke li meclîsê jî hîna neketiye jiyanê. DEM Partî der barê pêvajoyê de bang dike ku hewldan lez bibin û her wiha daxwaza ku divê hemû alî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, tên kirin.   Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyît der barê pêvajoyê de axivî. Gulistan Kiliç Koçyîgît balkişand ser pêvajoyê, fikra avakirina komîsyoneke li meclîsê û wiha anî ziman: “Di 3’yê Hezîranê de hilbijartina serokatiya meclîsê nû bû. Numan Kurtulmuş namzetê AKP’ê  bû. Ji bo piştgiriya partiyên siyasî serdanek pêk hat. Nirxandinên girîng hatin kirin. Ligel vê komîsyona me pêşniyar kir hat rojevê. Bi daxwaza Birêz Ocalan me got divê komîsyon bê avakirin. Ligel vê CHP’ê jî pêşniyara komîsyonekê kiribû. Me bi partiyên siyasî re hevdîtinek kir. Me ev komîsyon nirxand. Me pêşniyar û nêrîn îfade kirin. Me bi Numan Kurtulmuş re ev nirxandin. Ji fikra komîsyonê re ne girtî bû.”   ‘Vê hefteyê wê hewldan hebe’   Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha dirêjî dayê: “Nêrîn, pêşniyar, îtîraz û nêzîkatiyên cuda jî hene. Me ev muzakere kirin û me got dikarin bi axaftinê bê çaresekirin. Me got bi vê formulê dikare komîsyon bi lez bikeve jiyanê. Serokê meclîsê jî piştî hilbijartinan nîşan da. Êdî bi civînekê nêrîn û pêşniyar tên girtin, bi serdanan tê girtin em nizanin. Ji ber gotibû dikare bi nivîskî jî bibe. Hêviya me ev e ku vê hefteyê di vê mijarê de hewldan hebe. Em ê ji nûve pê re bikevin têkiliyê.”   ‘Komîsyon girîng û krîtîk e’   Gulistan Kiliç Koçyîgît balkişand ser pêşnûmeya der barê komîsyonê de amade kirine û wiha daxuyand: “Ji bo komîsyon ava bibe hewcedariya meclîsê bi formata qanûnî heye. Em li ser şert, rêzikname û qanûnî dixebitin. Bêguman der barê komîsyonê de hewcedarî bi civîn, nîqaşan heye. Ji bo pêvajoyê komîsyon gelek girîng û krîtîk e. Em pirsgirêkek Kurd a sedsalî diaxivin. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe divê sedemên ev pirsgirêk derxistine holê ji holê bên rakirin. Sedema vê pirsgirêkê heye; tunehesibandina mafên gelê Kurd, ziman, nasnameya Kurd û înkar heye. Divê ev sedem ji holê bên rakirin. Hewcedarî bi guherînê heye. Divê delwet demokratîk bibe.”   ‘Divê komîsyon van hemûyan biaxive’   Gulistan Kiliç Koçyîgît daxuyakirin ku divê komîsyon van hemûyan biaxive û ev pêvajo bê şopandin. Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha dirêjî dayê: “ Welatekî aliyê sêyemîn ê pêvajoyê bişopîne tune, mekanîzmayek sêyemîn tune. Ji ber vê jî ev komîsyona meclîsê wê komîsyonên binê xwe ava bike û pêvajoyê bişopîne.”   Gulistan Kiliç Koçyîgît der barê serlêdana ji bo Îmraliyê de jî nêrînên xwe anî ziman û wiha bi lêv kir: “Hîna me serlêdanek nekiriye. Lê di demek herî nêz de ji bo heyeteke di bin serokatiya hevserokên me yên giştî de hevdîtinekê li Îmraliyê bike wê serlêdanê bikin. Divê ev derfet hîn lezgîntir bên nasîn. Birêz Abdullah Ocalan îfade kiribû ku dixwaze bi hemû aliyan re hevdîtinê bike. Ne tenê bi lîderan re, dixwaze di zemîneke berfireh de bi hemû kesî re nîqaş bike, nêrînan bigire û fikr û nêrînên xwe ji destê ewil ragihîne. Dixwaze pêşniyarên xwe yên çareseriyê û pêşniyarên wan, rexne û îtîrazên wan guhdar bike. Li gorî me jî ev ji bo çarseriyê gelek girîng e.”   Gulistan Kiliç Koçyîgît di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Pêvajoya li demê belav bibe ji rîskan re jî vekirî dimîne. Divê her kes vê bibîne û li gorî vê bibin xwedî helwest. Em nafikirin ku li pêş me demek dirêj heye. Divê dem baş bê birêvebirin.”