Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd di roja duyem de ye 2025-06-22 11:16:21     AMED - Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Encamname dê di dawiya konferansê de were ragihandin.   Platforma Yekitiya Jinên Kurd a li Amedê bi şîara “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” di roja xwe ya 2’yemîn de li salona Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) 3’yemîn konferansa xwe berdewam dike. Li salonê pankartên “Jin jiyan azadî” û “Cinîye cuye azadî” bi kurdî, dimilkî, soranî û tirkî hatin daliqandin.   Konferans ji çapemeniyê re girtî ye û bi axaftinan berdewam dike.   Encamname dê di dawiya konferansê de were ragihandin.