ÎHD: Di şewatê de mudaxale qels dimîne 2025-07-01 19:54:15   HATAY – ÎHD’ê der barê şewata dur oje li Hatayê didome de daxuyanî da û got mudaxale qels dimîne û got di rewşên wisa de divê saziyên cemawerî bi lez tevbigerin.   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Hatayê der barê şewata du roje li Antakyayê didome de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku şeawt gihiştiye astek cidî û rê li ber fikaran vedike. Her wiha hat diyarkirin ku li qadek berfireh belav bûye û jiyana hemû zindiyan tehdî dike û got: “Gelek agahî hatin ku di mudaxaleyê de derengîn hatine jiyîn. Qelsiya wesayît û ekîpmqanan dibe sedema mudaxaleya dereng. Mudaxale qels dimîne û got di rewşên wisa de divê saziyên cemawerî bi lez tevbigerin. Kordînasyoneek têr tuneye. Dizê saziyên cemawerî di rewşên karasetan de bi lez tevbigerin û ev ferzkirineke destura bingehîne.”