Ji Cenevreyê bang kirin: Bila hevdîtinên rasterast werin destpêkirin 2025-07-02 18:56:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya vê hefteyê ya li pêşiya Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî de bang li Tirkiyeyê hate kirin ku hevdîtinên rasterast û pêvajoya diyalogê destpê bike.   Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’ê ve her Çarşem li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dewam dike, di hefteya 232’an de ye.   Çalakiya ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (DKTM) hate lidarxistin,  bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.   Piştre li ser navê DKTM’ê Naîle Bûdak mafê axaftinê girt û yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan  û 33 rewşenbîrên ku di Otela Madimakê de hatin qetilkirin bi bîr anî.   Daxuyaniya Komîteya Çalakiyê ji aliyê Veysel Kuşkanadi ve hate xwendin. Veysel Kuşkanadi îşaret bi banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û bal kişand ser îradeya aştiya mayînde û çareseriya demokratîk a di navbera gelê Kurd û Rojhilata Navîn de.   Veysel Kuşkanadi diyar kir ku hikumeta AKP’ê bangên diyalogê hîna jî ji nedîtî ve tê û banga hevdîtina rasterast û destpêkirina pêvajoya diyalogê kir.   Veysel Kuşkanadi diyar kir ku divê girtiyên siyasî bi taybet jî girtiyên nexweş werin berdan, dawî li tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan were anîn û azadiya wî were pêkanîn.Veysel  Kuşkanadi  bang li gelê Tirk jî kir ku li hemberî vê rewşa bêdengiyê daxwaza aştiyê bilin bikin û jiyana demokratîk biparêzin. Veysel Kuşkanadi herî dawî diyar kir ku gelê Kurd ji bo aştiyê amade ye û çareseriya demokratîk berjewendiya hevpar e.   Çalakiya rûniştinê piştî daxuyaniyê heta saet 17:00’an dewam kir.