‘Talîban dixwaze bi gef û îşkenceyê jinan bêdeng bike’ 2025-07-04 13:13:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana Efganî Julya Parsî ragihand ku Talîban bi tecawîzkirinê tehdît li jinên girtî dike û got: “Talîban dixwaze bi gef û êşkencekirina girtiyên jin, dengê çalakvanên jin bêdeng bike.”   Çalakvana mafên jinan Julya Parsî ku ji aliyê Talîbanê ve hatiye girtin, di derbarê şert û mercên jinên girtî yên di bin destê Talîbanê de daxuyaniyek belav kir.   Julya Parsî ragihand ku girtî di girtîgehên Talîbanê de bi tundî tên êşkencekirin, bi girtin û tacîzkirina malbatên wan jinên girtî tên tehdîtkirin ku yek ji awayên herî zêde yên îşkenceya derûnî ya li girtîgehên Talîbanê tê kirine.   Çalakvan Julya Parsî li ser êşkenceya fîzîkî û derûnî ya ku li ser wê hatî pêkanîn kir û wiha got: “Di dema binçavkirina min de, gef li min xwarin ku keçên min bigirin û tecawîz li wan bikin. Bi şokên elektrîkê êşkence li min kirin.”   Julya Parsî destnîşan kir ku Talîban dixwaze bi gef û êşkencekirina girtiyên jin, dengê çalakvanên jin bêdeng bike.   Hêjayî gotinêye ku di sala 2022’yan de çalakvana mafê jinan Julya Parsî li bajarê Kabul yê Efganistanê ji aliyê hêzên Talîbanê ve hate binçavkirin û 3 mehan hate girtin. Julya Parsî yek ji çalakvanên ku li dijî kiryar û siyasetên Talîbanê yên li welat nerazîbûn nîşan dideye.