'Destê ku Birêz Ocalan dirêj kiriye divê li valahiyê nemîne' 2025-07-05 09:05:54   Neslîhan Kardaş   BÊDLÎS - Dayika Aştiyê Guler Coşkun ku di dema şer de zarokekî xwe jiyana xwe ji dest da, tekez kir ku divê di zûtirîn demê de gav werin avêtin da ku aştî misoger bibe û got, "Destê aştiyê yê ku Birêz Abdullah Öcalan dirêj kiriye divê li valahiyê nemîne."   Bi pêvajoya ku bi "Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, hemû komên ku alîgirê aştiyê ne, niha daxwazên xwe yên ji bo aştiyê bi dengekî bilindtir tînin ziman.   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Guler Coşkun, ya li navçeya Tetwanê ya Bêdlîsê, bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe. Guler Coşkun ku di vê têkoşînê de rastî gelek zehmetiyan hat dîsa jî dev ji têkoşîna xwe berneda û di dema şer de zarokekî wê jiyana xwe ji dest daye. Guler Coşkun kurê xwe di êrîşeke hewayî de winda kir û tenê yek ji lingên wî wekî cenaze anî û ew defin kir. Tevî êşa ku kişandiye jî Guler Coşkun hîn jî li ser daxwaza xwe ya ji bo aştiyê israr dike.   Dayika aştiyê Guler Coşkun bi vegotina çîroka zarokê xwe yê winda Cahit Coşkun (Ferzat Sedar) ji ajansa me re li ser daxwaza xwe ya aştiyê axivî.   'Ji bo me gelek ked da'   Guler Coşkun ku diyar kir wan di salên 1990'î de ji ber sedemên aborî ji Tetwanê koçî Stenbolê kirine, got ku zarokê wê Cahit Coşkun ku di dema şer de jiyana xwe ji dest daye, wê demê tenê di pola 4'an de bû. Guler Coşkun, ku diyar kir Cahit Coşkun di wî temenî de ji ber rewşa xirab a aborî ya malbatê wekî paqijkerê pêlavan dixebitî, got, "Her êvar gava ew vedigeriya malê, ew pereyê ku qezenc dikir dida me. Kurê min qet mafê kesî nedixwar. Wî ji bo debara malê gelek karên cûda dikir. Wî gelek di ber mede ked da. Wî li me nêrt û em xwedî kirin. Dayik û bavan jî ewqas ji bo zarokên xwe ked nedane."    'Kurê min nivîskar bû'   Guler Coşkun ku diyar kir ew piştî demekê vegeriyan Tetwanê, got, "Piştî ku em vegeriyan, kurê min hem bi siyasetê re mijûl bû û hem jî dixebitî. Kurê min jî nivîskar bû, wî pirtûk dinivîsandin. Wî di pirtûka xwe de tiştek li ser bavê xwe nivîsandibû. Min rojekê jê pirsî, 'Çima tu tiştek li ser min nanivîsî?' Roja din hat û tiştek ku wî li ser min nivîsandibû nîşanî min da. Bavê wî piştre koça dawî kir. Piştî wê me gelek zehmetî jî kişandin. Hişê kurê min her tim li ser karê wî yê siyasî bû. Ew her tim bi polîsan re rû bi rû dima. Dem ku min jê re digot baldar be hêrs dibû."   'Bi saya têkoşîna wan em li ser piyan disekinin'   Guler Coşkun diyar kir ku rojekê Cahît ji wê re gotiye ku wî biryar daye tevlî PKKê bibe lê got 'dem tu tê bîra min  nikare biçim' û got, "Piştî vê gotina wî min xwe pir xirab hîs kir. Wî jî got ez êdî nema tiştekî xw bi te re parve dikim. Piştî demekê, wî hewl da ku ez zêde jê  hez nekim da ku dema ew biçe ez pir xemgîn nebim. Piştî demekê, wî got ku ew ê biçe bajarekî din ji bo xebatê. Ez difikirîm ku ew ê demekê bimîne û vegere, lê sê roj piştî ku ew çû, ez hîn bûm ku ew tevlî PKKê bûye. Ger tenê lawê min bûna yê ku çû  min ê bipirsiya 'çima ez', lê ez ne tenê bûm. Bi hezaran dayikên mîna min hene. Em serê xwe bilind digirin. Ne her dayik dikare zarokên weha bîne dinyayê. Em dikarin bi saya têkoşîna wan li ser piyan bisekinin. Tevahiya cîhanê behsa têkoşîna gerîla dike. Em bi saya Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên ku têdikoşin hene. Niha herî kêm em bi zimanê xwe diaxivin. Berê kasetên Kurdî di malên me de hebûn. Ji tirsan em neçar diman ku wan veşêrin.”    Xewna dayikekê   Guler Coşkun ku got  wê di roja ku kurê wê jiyana xwe ji dest da, di xewna xwe de kurê xwe dîtiye, xewna xwe wiha rave kir: "Ez di şeva 21ê Hezîrana 2021'an de li malê radizam. Di xewna xwe de, min dît ku ez bi kurê xwe re di şikeftekê de me. Li jor me li cîhek pir xweş dar hebûn. Ez û kurê min destên hev digirtin. Em herdu jî pir kêfxweş bûn. Piştre teqînek bilind çêbû. Ji balafiran bombe diavêtin ser me. Bi vî dengî, destê kurê min ji destê min derket. Ew çiya û kevir perçe perçe bûn. Hemû darên mezin hişk bûn. Ez li wir mam û kurê min winda bû. Piştre ez bi tirsek mezin şiyar bûm. Dema ku keça min pirsî ka çi bûye, min jê re negot. Ez çûm û xewna xwe ji avê re got da ku ew bi avê re biherike. Derket holê ku kurê min wê şevê şehîd bûye."   'Min cenazeyê kurê xwe tenê ligekî wî dît'   Guler Coşkun diyar kir ku kurê wê Cahit Coşkun ji bo fêrbûna çarenûsa du hevalên xwe yên ku di 21'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dane, li pey hevalên xwe çûye û got, "Ew li ser rê rastî şivanekî hatine. Wan jê xwarin xwest. Şivan gotiye ku tiştek wî tune ku bixwe û gotiye, 'Li vir bisekine, ez ê tiştekî bînim xwarinê û vegerim.' Piştî demek kurt, wan ji leşkeran re gotiye ku kurê min û hevalên wî li ku ne û balafir rabûne. Wan ji hewayê êrîş kirine û ez tenê karîbûm yek ji lingên kurê xwe wek cenaze bînim. Min ew ling di xewna xwe de dîtibû. Wî şivanî ew îxbar kirin. Cenazeyê kurê min sê mehan li goristana bêkesan ma. Piştî ku ez hîn bûm kurê min şehîd bûye, testa xwînê hat kirin û nimûneya DNA'yê hat girtin. Di dawiya sê mehan de, min karîbûm biçim û  cenazeyê kurê xwe bigirim."   'Ji ber ku em Kurd in, ji me re dibêjin terorîst'   Guler Coşkun bal kişand ser wê rastiyê ku ew berê ji dewletê pir ditirsiyan û got, "Ji me re digotin terorîst, lê ne em û ne jî zarokên me terorîst in. Hemû zarokên me yên ku beşdarî têkoşînê bûn pir jîr bûn. Divê mirovên ji her neteweyê, nemaze dayik, bifikirin ka çima gelê Kurd serhildan dike. Ger ew terorîst bûna, bê guman dê biqediya. Ji ber vê yekê ew tiştekî dizanin. Têgihîştinek wisa li ser me hatiye afirandin ku dema em li Stenbolê bûn, cîranek ji Orduyê ji me pirsî ka li welatê me terorîst hene û em ji wan ditirsin. Min jê pirsî, 'Tu ji min ditirsî?' û wî got, 'Na, çima divê ez ji te bitirsim?' Li ser vê yekê, min jê re got, 'Ji min re dibêjin terorîst.' Ji ber ku em Kurd in, ji me re dibêjin terorîst. Min jê re got ku divê ew bipirsin çima zarokên me çûne. Ger îşkence li me nehatiba kirin û gundên me nehatiba şewitandin, zarokên me jî dê serhildan nekira."   ‘Em Kurd in û ji Kurdistanê ne’   Guler Coşkun tekez kir ku gelê Kurd bi hezaran sal in li ser axa xwe dijî û diyar kir ku gelê Kurd koçber nîne û ji deverek din nehatiye. Guler Coşkun got, "Em Kurd in û ji Kurdistanê ne. Heta ku tenê Kurdek bimîne jî têkoşîna me ya ji bo azadî û aştiyê dê her berdewam bike. Divê her kes raweste û bifikire û bêje 'êdî bes e'. Çima ev şer bi dawî nabe? Kurd ziman û nasnameya xwe dixwazin. Ew tiştekî din naxwazin. Ger çareseriyek din neyê dîtin, şer dê hîn dijwartir bibe û şerê cîhanê yê 3'yemîn dê dest pê bike. Lê heke aştî pêk were, hemû şer dê bi dawî bibin. Me bedelên mezin da, lê niha em dibêjin 'aştî'. Bila êdî kes jiyana xwe ji dest nede. Ger dayikeke Tirk carekê gazî me bike ku em ji bo aştiyê destên xwe bidin hev, bi hezaran dayikên Kurd dê biçin. Werin em mil bi mil bisekinin û bi hev re aştiyê bînin cîhanê. Wek dayikên aştiyê, em bi şev û roj dixebitin. Carinan bi copan li me dan û em rastî gaza rondîkrêj hatin, lê dîsa jî me dev ji aştiyê berneda."   Divê destê aştiyê yê Abdullah Ocalan li valahiyê nemîne’   Guler Coşkun di dawiyê de ev tişt got: “Divê em aştiyê misoger bikin. Dewletê jî ji bo pêvajoya ku niha dest pê kiriye daxwazek kir û wan pêvajo dest pê kir. Ji ber vê sedemê, divê gav di zûtirîn demê de werin avêtin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ser vê rêya têkoşînê bin. Divê dayikên din jî bi heman awayî ji bo aştiyê têbikoşin. Divê êdî zarokên tu kesî nemirin. Daxwaza destê dirêjkirî yê aştiyê bi lezgînî divê were bersivandin û ew dest li valahiyê nemîneg. Divê girtiyên siyasî yên di zindanan de werin berdan. Divê her kes niha vê yekê bibîne. Li Tirkiyeyê aborî têk çûye. Tiştek me tune ye. Li şûna ku ewqas pere li  guleyan were xerckirin, divê wî pereyî bidin gel. Divê destê aştiyê yê ku ji hêla Birêz Abdullah Öcalan ve hatiye dirêjkirin bi lezgînî were girtin.”