Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin 2025-07-06 15:13:29     ŞIRNEX - Şewata li Çiyayê Gabarê li qada daristanê derketibû hate vemirandin.   Şewata li qada daristanê ya Çiyayê Gabarê derketî ku qirkirina ekolojîk û talankirina xwezayê lê didome, hate vemirandin. Şewata pêr derketibû, bi alîkariya komên ji Amed, Riha û Mêrdînê hatin sewqkirin hate kontrolkirin. Lêbelê duh di saetên nîvroyê de dîsa şewat derket. Bi mudaxileya koman re şewat di saetên şevê de hate kontrolkirin û şewat ji hêla komên Midûriyeta Karanîna Daristanan ve hate vemirandin.   Niha li herêmê xebatên sarkirinê tên kirin.