Heyeta Îmraliyê derbarê hevdîtina xwe ya bi Erdogan re daxuyanî da 2025-07-07 18:42:53   ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re daxuyanî da û got: “Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome."    Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, li Kulliyeyê bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Hevdîtin nêzî saetekê domiya. Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin û Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala jî tev li hevdîtinê bûn.   Şandeyê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî da.   Daxuyaniya ji hêla Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ve hat parvekirin  wiha ye:   “Kedkarên çapemeniyê yên hêja;    Endamên Şandeya Îmraliyê yên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, îro li Beştepeyê bi birêz Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Şandeya me, nêrîn û pêşniyarên xwe yên têkildarî qonaxa nû ya pêvajoyê û tiştên ji vir û şûnde dê bên kirin, parve kir. Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome."