Girtiya nexweş sewqî ATK'ê nayê kirin 2025-07-10 09:07:09                        STENBOL - Parêzer Kubra Kuyun da zanîn ku li gorî Pakêta Dadwerî ya 10'emîn, divê girtiya nexweş Hazine Alçi sewqî ATK'ê bihata kirin û got: "Divê ATK raporekê derxîne ku Hazine Alçi nikare di girtîgehê de bimîne. Bi rastî, ev yek dê derfetek jiyanê biafirîne ku dê mafê gihîştina lênihêrîna tenduristiyê ya ku niha jê bêpar e bide wê."   Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), yek ji girtiyên bi nexweşiyên giran ên li girtîgehên Marmarayê girtî Hazine Alçi ye, ku 26 sal in di girtîgehê de ye. Tenduristiya wê roj bi roj xirabtir dibe û ew ji bo jiyana bi tena serê xwe têdikoşe.    Kubra Kuyun, parêzera Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), li ser tenduristiya Hazine Alçi û sedema neşandina wê ya ji bo ATKê nirxandin kir.   'Mafê girtiyan tên binpêkirin'   Kubra Kuyun tekez kir ku mafên mirovan bi peymanên neteweyî û navneteweyî têne parastin û diyar kir ku pêkanînên neqanûnî yên ku girtiyên nexweş hedef digirin binpêkirina mafan e. Kubra Kuyun got, " Şert û mercên heyî yên li girtîgehên Tirkiyeyê, girtiyên nenexweş jî piştî ragirtina dirêj, bi pirsgirêkên tenduristiyê yên ku jiyanê tehdît dikin re rû bi rû dimînin. Wekî din, mafên girtiyên ku bi pirsgirêkên tenduristiyê yên giran di girtîgehê de dimînin, rojane dubare têne binpêkirin. Teşhîs û dermankirin pir caran nayên peydakirin an jî bi derengî dest pê dikin, ev yek girtiyan neçar dike ku dev ji daxwazên xwe yên ji bo gihîştina nexweşxane û bijîşk berdin da ku ji pêkanînên ku rûmeta mirovan binpê dikin, wek lêgerînên devkî, muayeneyên kelepçekirî, an veguhastina bi otobusê di dema veguhastina nexweşxaneyê de dûr bikevin."   'Der barê Hazine Alçi de ti gavek nehatiye avêtin'   Kubra Kuyun tekez kir ku rewşa yek ji girtiyên nexweş ên li girtîgehê, Hazine Alçin, roj bi roj xirabtir dibe. Wê diyar kir ku li gorî pakêta dadwerî ya dawî, gerek girtiyên nexweş ji vêya fêde bigirtana. Kubra Kuyun got, "Hazine Alçi, ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtî ye, 27 sal in wekî mehkûma cezayê muebetê tê girtin. Ji roja yekem a girtinê ve cezayê xwe dikişîne û ji sala 2014'an vir ve du gopalan bikar tîne. Bi guhertina dawî ya qanûnê, divê ew bi erkê fermî sewqî ATK'ê bikira, lê ew hîn nehatiye sewqkirin. Her çend sê girtiyên din ên nexweş ên di heman girtîgehê de piştî pêşketinên dawî sewqî ATK'ê kirin jî, divê ew ji ber astengdariya  xwe rasterast ji qanûnê sûd werbigirta. Heta niha der barê Hazine Alçi de ti gavek wisa nehatiye avêtin. Di hevdîtinekê de bi rêveberiya girtîgehê re, ji me re hat gotin ku veguhestina Hazine Alçi nehatiye kirin."   Bandora Şert û Mercên Girtîgehê    Kubra Kuyun, li ser tenduristiya Hazine Alçi û bandora şert û mercên girtîgehê yên li ser nexweşiya wê axivî û got, "Ji ber rewşa astengdariya wê û emeliyatên dawî, divê ew derenceyan bikar neyne, lê girtîgeh ji bo vê ne guncav e. Ji ber şert û mercên fîzîkî yên girtîgehê, ew neçar e ku ji bo serdanan derenceyan bikar bîne. Girtiyên din ên di hucreya wê de di navbera xwe de demekê ji hev vediqetin, bi Hazine re dimînin û alîkariya wê dikin. Şert û mercên girtîgehê ji bo her kesî dijwar in. Serlêdanên wê yên ji bo veguhestina zindanên guncavtir, wekî nehewce hatin redkirin. Di bin şert û mercên xwe yên heyî de jixwe zehmetiyên girîng dikişîne."   'Divê girtî bigihêjin mafê xwe yê tendirustiyê'   Kubra Kuyun wiha got, "Derbarê rewşa ku tê nîqaşkirin de, em ê ji bo Hazine Alçi serlêdan bikin. Bi rastî, armanc ew e ku piştî serlêdana taloqkirinê Hazine Alçi rasterast ji bo Saziya Tiba Edlî (ATK) were veguheztin. Lêbelê, di vê gavê de çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê ne mimkûn e; ATK divê raporekê li ser Hazine Alçi derxîne ku tê de dibêje ku ew nikare di girtîgehê de bimîne. Ev dikare rê li ber serbestberdana Hazine Alçi veke û derfetê bide wê ku jiyanekê bijî. Raporên ji bijîşk û nexweşxaneyên ku girtiyên nexweş li girtîgehan derman dikin heya ku ji hêla Saziya Tiba Edlî ve neyên pejirandin derbasdar nînin. Divê astengiyên li pêşiya mafê gihêştina lênêrîna tenduristiyê ya girtiyên nexweş werin rakirin. Divê dawî li pratîka ku Saziya Tiba Edlî wekî desthilatdariya yekane tê dîtin were anîn."