Li Peyasê kursên avjeniyê dest pê kirin 2025-07-11 15:08:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Îsal, Şaredariya Peyasê ji bo zarokên 7-14 salî kursên avjeniyê yên belaş li hewzên hundir û derveyî vekirin. Bi hezaran zarokan serî li van kursan dan ku bi taybetî di havînê de eleqeyeke mezin dîtin.   Kursên havînê yên belaş, bi hevkariya Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê û Klûba Oz Kayapinar Sporê ya Şaredariya Peyasê têne lidarxistin. Armanca van kursan "Bila zarokên ku avjeniyê nizanin nemînin" û "Zarok betlaneya havînê bi kêf û coş derbas bikin" e. Zêdetirî heft hezar kesan serî li van kursan dan.   Em dixwazin xizmetên xwe bêtir zêde bikin   Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar ku serdana hewzên avjeniyê yên Anzele û Kûpelî kir, derbarê kursan de agahî da û wiha got: "Di mehên havînê de, kursên me yên civakî û sporê ji bo zarok û ciwanan eleqeyeke mezin dibînin. Mixabin, di heft salên dawî de gelek saziyên me ji destê me derketin û derbasî saziyên din bûn. Ger ev sazî di destê me de bûna, me yê ev xizmet hîn bêtir pêşkêşî gel bikira."   Kursên li hewzên derveyî yên Dîcle û Firatê heta dawiya meha Îlonê, yên li hewzên girtî yên Anzele û Kûpelî jî tevahiya salê wê dewam bikin.