Li Colemêrg û Geverê civînên gel 2025-07-17 21:52:40   COLEMÊRG - Li Colemêrg û Geverê di çarçoveya "Civînên Civaka Demokratîk" de civînên giştî hatin lidarxistin û gel ji hikûmetê gavên berbiçav xwestin.   Li taxên Colemêrg û Geverê, civînên giştî di çarçoveya "Civînên Civaka Demokratîk" de ji aliyê rêxistina DEM Partî û DBP'ê ve tê birêvebirin, berdewam kirin.    Nirxandinek li ser pêvajoyê hate xwendin. Piştî xwendinê, welatiyan mafê axaftinê girtin û daxwaz kirin ku hikûmet tavilê gavên berbiçav bavêje û diyar kirin ku divê her kes ji bo misogerkirina aştiyê gavan bavêje.