Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 3 jin hatin qetilkirin 2025-07-23 16:09:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku di nava 8 rojên borî de 3 jin hatine qetilkirin û 5 jin jî neçarî xwekuştinê hatine kirin.   Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku di nava 8 rojên borî de 3 jinên bi navê Çinur Ebasî li bajarê Dêhgulan, Ferzane Sadiqî û Îlham Salarî jî li Xurem Abad hatine qetilkirin.   Li gorî heman rêxistinê di nava 8 rojên borî de jinên bi navê Mehtab Fetahî, Aydîn Pursifend, Soma Biradostî, Ewîn Ebulezîzî û Semîra Muîn neçarî xwekuştinê hatine kirin.   Hêjayî gotinê ye sala borî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 158 jin hatibûn qetilkirin.