Jinek li Mersînê hat kuştin 2025-07-24 13:18:02     MÊRSIN - Li navçeya Mut a Mersînê, zilamekî bi navê A.D. bi alaveke tûj dayika xwe Belkis Durmuş kuşt.   Li navçeya Mut a Mersînê, zilamekî bi navê A.D. dayika xwe Belkis Durmuş bi alaveke tûj kuşt. Piştî wergirtina agahiya ji kesên ku li wir bûn, tîmên bijîşkî û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Lêkolîna destpêkê diyar kir ku Belkis Durmuş jiyana xwe ji dest daye.   Cenazeyê Belkis Durmuş ji bo otopsiyê birin morgê.   A.D. hat binçavkirin û lêpirsîna bûyerê dest pê kir.