Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê zarokek qetil kir 2025-08-16 20:30:00   NAVENDA NÛÇEYAN - ‘Hêzên Ewlekariya Giştî’ yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li Humsê malek gulebaran kir, zarokek qetil kir û 2 birayên wê birîndar kirin.   Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA),  Hêzên Ewlekariya Giştî yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li gundê Til Sarîn ê herêma Til Kelex a bajarê Humsê malek gulebaran kirine.   Hat diyarkirin ku di gulebaranê de zaroka bi navê Culyana Mehmûd Idrîs (10) hat qetilkirin û birayên wê Elî (12) û Silêman (15) jî birîndar bûn.   Her wiha hat daxuyandin ku duh êvarî dema ku her sê zarok li balkona mala xwe rûniştî bûn, endamên Hêzên Ewlekariya Giştî gule li wan reşandin.