Elaheh Fouladî ya nexweşa dil nayê tedawîkirin 2025-08-24 17:16:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Elaheh Fouladî ku li girtîgehe Qerçeka Tahranê dimîne û 8 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, ruxmê nexweşiya dil pê re heye nayê tedawîkirin. Girtiya siyasî Elaheh Fouladî ku rejîma Îranê 8 sal cezayê girtîgehê lê biriye û li girtîgehe Qerçeka Tahranê dimîne, ruxmê nexweşiya dil pê re heye ji mafê tedawî û sewqkirina nexweşxaneyê bêpar tê hiştin.     Hat diyarkirin ku Elaheh Fouladî ku nexweşiya dil pê re heye, ji ber şertên giran ên girtîgehê nexweşiya wê hê girantir bûye. Ruxmê vê jî heta niha ji mafê xwe yê tedawîkirinê sûdê nagire.   Çi bûbû?   Elaheh Fouladî di roja 23’ê Çileya 2020’an de bi hevjînê xwe re li Balafirgeha Îmam Humeynî ya Tahranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û wê birin Girtîgeha Evînê. Di destpêka Tîrmeha 2020’an de piştî pêvajoya lêpirsînê bi kefalet hat berdan.   Piştre ji doza ku li Dadgeha Şoreşê ya Tahranê hat darizandin, ji aliyê dozger Zarger ve ji ber sûcên ‘civîn û li hevkirinên veşartî’ û ‘propagandaya li dijî rejîmê’ bi giştî 8 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.   Elaheh Fouladî, di 12’ê Kanûna 2023’an de ji bo cezayê xwe bikşîne hat binçavkirin û sewqî qawîşa jinan a girtîgeha Evînê hat kirin.