Vakfa Paul Grunînger: Ayşe Gokkan serbest berdin 2025-09-09 11:48:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Vakfa Paul Grunînger, ji bo aktîvîsta TJAyê Ayşe Gokkan bê beraetkirin, bang li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kir. Vakfê xwest Ayşe Gokkan bi lez bê berdan.   2'yemîn danişîna doza Aktîvîsta TJAyê Ayşe Gokkan dê di 11'ê Îlonê de li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Beriya danişînê Vakfa Paul Grunînger, peyamek şand û xwest Ayşe Gokkan bi lez bê beraetkirin.   Vakfa Paul Grunînger a Str Gallenê hatiye avakirin, peyamek şand û di peyamê de ji Dadgeha Ceza ya Amedê xwet ku bi lez Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan beraet bike. Vakfa Paul Gruninger di peyamê de wiha got: “Di dawiya payiza 2023'an de Vakfa Paul Grunînger a li St. Gallenê û parazvanên mafên mirovan xelata serkeftinê da Parazvana Mafên Mirovan Ayşe Gokkan. Ayşe Gokkan Şaredara Nisêbînê bû. Di heman demê de rojnameger, polîtîkavan bû. Ji bo mafên mirovan û mafê jinan têdikoşiya. Zêdetirî 4 sal in li gel ku bêsûc e jî hîn girtî ye.”   Vakfê da zanîn ku doza der barê Ayşe Gokkan de dê di 11'ê îlona 2025'an bê dîtin. Vakfê da zanîn ku Ayse Gokkan, bi gotin û pratîka xwe li dijî tundiya li ser jinan bi awayekî çalak têkoşiya ye û wiha cih da peyamê: “Li navçeya Nisêbînê mala stargeha jinan ava kir. Di dema xwe ya şaredariyê de hewl da ku kuştina jinan daxe asta sifirê. Wekî Şaredar Ayşe Gokkan di sala 2013'an de li ser Sînorê Nisêbîn û Qamişloyê li dijî lêkirina dîwarê navbera herdu bajaran dest bi çalakiya rûniştinê kir. Bi çalakiya rûniştinê û girava birçîbûnê ev dîwarê hat lêkirin protesto kir. Bi lêkirina vî dîwarê li ser sînor têkiliya di navbera malbatên herdu bajaran hat astengkirin. Bi vî dîwarî hewl da di şerê navxweşî yê Sûriyeyê de reva dervê sînor asteng bikin. Ayşe Gokkan wekî Şaredara Nisêbînê, ji bo xizmeta zimanê Kurdî ku gelê gelê Nisêbînê ji sedî 80 bi kurmancî diaxive, xwest kar û barê xwe yê fermî bi zimanê kurdî bike. Ji ber tundiya li dijî jinan a ji aliyê polîs û artêşê û endamên ewlehiyê yên dewletê ve pêş diketin lêkolîn dikir û teşîr dikir, bû sedem ku saziyên dewletê yên taybet li dijî wê hêrs bibin. Vakfa Paul Grüninger careke din bang li Dadgeha Ceza ya Amedê û Wezareta Dewleta Tirk dike. Dozê bidin dawestandin. Bi lez Ayşe Gokkan serbest berdin.”   Xelatên ku Vakfa Paul Gruninger dane Ayşe Gokkan di lîngê jêr de hatine diyarkirin:   Tina Leisch: Laudatio auf Ayşe Gökkan