Şaredariya Rêya Armûşê ji bo daxwazên jinn derî bi derî digere 2025-09-17 16:05:49     WAN - Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ji bo tespîtkirina pêdiviyên jinan li taxan derî bi derî digere.    Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê serdanên taxan pêk anî da ku guh bide pirsgirêk û daxwazên ku jinên navçeyê pê re rû bi rû dimînin. Di çarçoveya tespîtkirina pêdiviyên jinan de, Daîreya Polîtîkayên Jinan taxa Bostaniçi TOKÎ  bi jinan re yek bi yek hevdîtin kir.   Pêdiviyên jinan di cih de hatin destnîşankirin   Di dema serdanan de, jin li ser pêdiviyên xwe yên aborî û civakî hatin agahdarkirin. Di dema serdanan de, broşûrên li ser Navenda Piştgiriya Jinan a Çil Kezî ku di bin banê şaredariyê de dixebite, li jinan hatin belavkirin ku piştgiriya civakî, psîkolojîk û qanûnê ya ku navend pêşkêş dike rave dikir.   Her wiha anketek ji bo destnîşankirina pêdiviyên pêşîn ên jinan hat kirin.   Daîreya Polîtîkayên Jinan armanc dike ku van serdanan li hemû taxên Rêya Armûşê bidomîne, nexşeyek berfireh a hewcedarî û daxwazan biafirîne û xizmetên ji bo jinan zêde bike bike.